Li Kocaeliyê li dijî stasyona parkê çalakiya sabotajê: 17 wesayîtên servîsê şewitîn

Milîsên Zulkuf Gezen ên HBDH’ê ragihand ku li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê li dijî stasyona parkê ya ayîdê Wezareta Edaletê çalakiya sabotajê kirine.

ÇALAKIYA HBDH’Ê

Milîsên Zulkuf Gezen ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha got: “Şeva 5’ê Gulanê di derdora saet 01.00’an de weke Milîsên Zulkuf Gezen me li dijî stasyona parkê ya ku wesayîtên servîsê ya ayîdê Wezareta Edaletê lê bûn, çalakiya sabotajê kir. Stasyon li ser rêya bejahî ya D 100 cih digire. Di encama çalakiyê de şewat derket, nêzî 17 wesayîtên servîsê îmha bûn û bi dehan wesayîtan jî zirar dîtin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Di rojên dawî de li metropolan û Kurdistanê di operasyonên siyasî yên zêde bûne de, mirovên me yên şoreşger tên girtin. Hûn ê ti kesê nebînin ku li hemberî van girtinan çok bitewîne û paşde gav bavêje. Ti êrîşa we nikare derizînên ku me li dîwarên faşîzmê vekiriye, qepat bike. Ev çalakiya me weke bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayên me yên azad pêk tîne, bersiva êrîşên faşîst ên ku polîsên Tirk li dijî gelê me yê sivîl, siyasetmedar û saziyên me pêk tîne, hate lidarxistin.”