Muxtara destpêkê: Fesla Anter

Dayika rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter, Fesla Anter ku kete şûna muxtarê mir, bû yekem muxtara jin.

Dîcle Anter kurê Mûsa Anter qala bîranînên bi pîrka xwe Fesla Anter kir ku li Tirkiyeyê yekem muxtara jin bû.

Ji bo serokatiya şaredariyên bajarê mezin, navçe, bajarokan û encûmetiyê serlêdanên bernamzetiyê dewam dikin. Ji bo muxtariyê jî ku qonaxa destpêkê ya rêveberiyên xwecihî ye, piştî ku serlêdanên şexsî li desteyên hilbijartinê yên navçeyê têne erêkirin pêvajo yekser destpê dike. Gelek namzetên muxtariyê afîş û broşur çap kirin û dest bi propagandayê kirin. Het aniha 50 hezar û 370 muxtar li ser kar in ku hezar û 134 ji wan jin e. Beriya 90 salî mafê muxtarbûyînê ji jinan re hate naskirin. Muxtara destpêkê ya ku li Komara Tirkiyeyê bi hilbijartinê dest bi kar kir, Gul Esîn Dere ye ku li Aydin/Çînelî di sala 1933'an de bi dengekî zêde ji hevrikên xwe yên mêr hate hilbijartin. Lê belê beriya wê jinek heye ku di sala 1926'an de li şûna hevserê xwe yê felç bû, muxtarî kir. Jin a destpêkê ku bi wekaletê muxtarî kir, dayika zanyarê Kurd Mûsa Anter, Fesla Anter bû.

MÛSA ANTER DI BÎRANÎNÊN XWE DE QALÊ DIKE

Serpêhtiya muxtariyê ya Fesla Anter ji pêvajoya polîtîkbûna Mûsa Anter cuda nîne. Dayika wî ji bo hîn bibe bê jenderme daxwaza çi dike, Mûsa Anter şand dibistanê. Mûsa Anter jî pênûsa ku hingî rakir qet dananî. Anter di çîroka xwe ya bi navê 'Bîranînên min' de qala çîroka muxtarbûyîna dayika xwe kir: "Komar ava bû. Ji xwe ji bilî gundê me Eşîra Temîkan a ji 25 gundan li Sûriyeyê mabû. Ciwanên li gundê me koçî Sûriyeyê kiribûn. Welê li gund hatibû ku mêrê karibe bibe muxtar li gund nema bû. Dayika min demekê extiyarekî bi navê Silêman Temo yê ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de leşkerî kiribû bi berdêla pereyan kir muxtar. Ji ber ku muxtar kêm-zêde, here-were bi Tirkî zanî bû. Lê belê piştî salekê dema ku muxtar mir, dayika min neçar ma ku bibe muxtara gund. Li gorî texmîna min, eger lêkolîn bê kirin wê were fêhmkirin ku dayika min wezîfedara destpêkê ya cemaweriyê ya jin a li Tirkiyeyê ye.

KEÇA MALBATEKE ÊZIDÎ

Dayika min keça Husênê Sarê ye ku yek ji reîsên Misilman ên Eşîra Bînyaktî ya Kurdên Êzidî ye ku dema dawî Îslamiyet qebûl kir. Li gundê Kaniya Şêx a Qurdisê ji dayik bû. Çîroka kalkê min a avakirina gund balkêş e. Pîrka min a ku keça reîsê eşîreke mezin û muxalîf bû, revand. Kalkê pîrka min Birim Axa wê demê yekî zalim û otorîter bû, Kurdan jê re digotin Xwedêyê Çolê. Yanî Xwedayê gundê Çolê ku lê dima. Ji ber ku hem malbata kalkê min hem jî malbata pîrka min zext li wan kir, kalkê min jî rabû li Kaniya Şêx a li deştekê qesrek ava kir. Li ber herdu malbatan rabû. Li derdora xwe jî yekîneyek ji Êzidiyan ava kir ku wê demê weke keleşên Kurdistanê dihatin naskirin. Bax û baxçeyên çar gundên li derdorê jî bi gefxwarinê kirî û gundê niha ava kir. Dayika min li cihekî bi vî rengî mezin bû...

MÊRÊ KU KARIBE TEMSÎL BIKE TUNE BÛ

Êdî komar dihate birêxistinkirin. Nahiye, navçe û wîlayetên nû dihatin avakirin. Jenderme û karmendên din bi hêsanî dikarîbûn biçûna gundan. Vê carê bi zilmê diçûn wan deveran ku berê nikarîbûn biçûna. Gund ê me bû, bavê min tune bû û li nava malbatê mêrekî ku karibe gund temsîl bike tune bû, lewma dayika min muxtariya gund dikir. Lê belê ne li gund, ne jî li herêmê kesekî ku bi gotinekê bi Tirkî zanibe tune bû. Tahsîldar ji ber ku xwecihî bû, ji wan dihate fêhmkirin. Lê belê dema ku jenderme dihatin hingî dibû felaket. Me dikir nedikir fêhm nedikir bê çi dixwaze. Me nizanîbûn bê mirîşkê, hêkê, berx, pere yan jî êzingan ji bo qereqolê dixwazin. Ji ber ku nizanîbû vê carê li gundiyan dixistin, sixêf li wan dikirin. Me qebûl dikir ku her tiştên dixwazin bidin, wan, rewşeke bi vî rengî bû. Ji me hebû ku hikumet bi vî rengî ye. Lê belê vê meseleya ziman em perîşan dikir. Bi taybetî dayika min bêzar dikir. Tenê ji bo fêhm bike bê jenderme çi dixwaze ez şand dibistanê û ji min xwest ku hînî Tirkî bibim."

MÛSA ANTER DEST BI DIBISTANÊ DIKE

Fesla Xanim ku gav bi gav tengav dibû, biryar da ku kurê xwe Mûsa bişîne dibistanê. Mûsa Anter di Sibata 1927'an de şand dibistana seretayî ya li Kercews a ser bi Mêrdînê û weke xwendekarekî mêvan dest bi perwerdeyê kir. Anter heta dawiya sala xwendinê bi gotinên bingehîn bi qasî ku karibe xwe îfade bike hînî Tirkî bû. Di betlaneyê de vegeriya gund: "Hînî gotinên nan, av, êzing, here-were, navê te çi ye, bûm. Dîk, mirîşk, elok, hêk jî ji ber ku di alfabeya me de hebûn, min bi van zanî bû. Gelekî kêfa dayika min hatibû. Wê havînê jendermeyên ku hatin gund ti pirsgirêk dernexistin, me lêdan ji wan nexwarin. Ji xwe daxwaza me ew bû ku em fêhm bikin bê çi dixwazin."

DEST JI DIBISTANÊ BERDA Û VEGERIYA GUND

Mûsa Anter piştî salekê li Dibistana Seretayî ya li Nisêbînê dest bi xwendinê kir. Lê belê hem ji ber bêsîstemiya li dibistanê hem jî ji bo bi nexweşiya tayê nekeve ku wê demê belav bûbû, dest ji dibistanê berda û vegeriya gund. Anter piştre çû mektebên gund ên mayinê ku weke versiyoan komarê ya mektebên eşîran dihate pênasekirin, lê belê ji ber ku di mijara asîmîlasyonê de bi ser neket piştî çend salan hatin girtin. Anter dibistana seretayî li Mêrdînê qedand û careke din vegeriya gund. Dem derbas bû, li gund sebra wî nehat.

DIXWAZE XWENDINÊ DEWAM BIKE

Wî dixwest xwendina xwe dewam bike, lê dayika wî jî dixwest kurê xwe yê bû 14 salî bizewicîne. Mûsa Anter di bîranînên xwe de dewam dike: "Dema ku hatim gund, daxwaza dayika min bi cih hatibû. Êdî ne tenê jenderme, min karîbû bi midûrê nehiyeyê, qeymeqam, fermandarê jendermeyan re jî biaxivim. Her wiha tahsildar, karmendên daristanê û bekçî jî gelekî xwe ji min vedigirtin. Min carek du caran ji dayika xwe re qalê kir ku biçim dibistana navîn. Dayika min qiyamet rakir, got 'Çima, tu êdî mezin bûye, tu hînî Tirkî jî bû. Ma ez ê bi vî halê xwe gund îdare bikim?"

MAF WERGIRT KU BIÇE LÎSEYA MÊR A EDENEYÊ

Anter bi alîkariya mamosteyê xwe tevlî ezmûnên bêpere bû û maf wergirt ku biçe Lîseya Mêr a Edeneyê. Lê belê hem bi derengî hîn bû ku ev maf bi dest xistiye, hem qeydkirin dereng ketibû, hem jî dayika wî dixwest ku teqez ji gund neçe. Weke çareserî jî Midûrê Nehiya Akarsû kete dewrê. Fesla Xanim ji ber şerekî li herêmê tirsiya ku ewladên wê jî bibin hedef, lewma dema jenderme hatin gund wê jî kurên xwe li şikeftekê veşart. Midûrê Nehiyê jî bi çîrokeke li gorî bêrehmiya dewletê ew qanih kir ku kurê xwe bişîne dibistanê: "Bang li du jenderme û du bekçiyan kir û got, 'Biçin Fesla Xanim bînin'. Piştî rojekê li benda wê bûm. Min dît ku dayika min li hespê siwar bûye û bi xemgînî tê. Bi dayika xwe re em ketin odeya midûr. Midûr ji ber ku ji Diyarbekirê bû bi Kurdî got, 'Xwişka min tu zane ez te û zarokên te li hemberî hikumetê her tim diparêzim. Lê belê vê carê ferman ji Enqereyê hat'. Bi destê xwe ewraqên li ser maseya xwe nîşan da û got, 'Vaye ev ewraqê we ne, ferman bi vî rengî ye: Ya Fesla Xatûn wê Şêxo bişîne dibistanê yan jî hemûyan sirgûn bikin û ji me re bişînin'. Mîna aktorekî rol lîst û dayika min ji vê yekê da bawekirin. Dayika min yekser dest bi girî kir û got, 'Çi eleqeya me bi Îbrahîmê Mehmûd ê li Sûriyeyê, bi bûyera wî re heye? Ez jinek im ku hevserê min miriye, zarokên min êtîm in, ma ne guneh e? Enqere çi ji min dixwaze?' Lê belê giriyê dayika min bi kêr nedihat. Midûr digot ku ew nikare tiştekî bike. Dawiya dawî dayika min ji neçarî qebûl kiribû ku biçim dibistanê. Gelekî kêfa midûr ji vê biryarê re hatibû. Di encama hewldanan de têkilî bi stasyona trenê ya Nisêbînê re danîbû. Pirsî bê tren wê kengî biçe Edeneyê. Piştî rojekê wê biçûya. Em vegeriyan gund. Dayika min ji gundiyan re qala vê yekê kir. Mîna şînekê kete nava gund. Ne neheq bûn, heta wê rojê kî ji gund çûbû careke din venegeriya bû. Dayika min jî di nava rewşeke şînê de dest bi amadekariyan kir. Piştî rojekê bi zor û zehmetî ez şandin."

DI KESAYETIYA WÎ YA POLÎTÎK DE ŞOPA DAYIKA WÎ

Muxtariya bi wekaletê ya Fesla Xanim serpêhatiya xwendin û nivîsandinê ya kurê wê dabû destpêkirin. Mûsa Anter ku gotinên wî timî xurt bûn, dest bi nivîsandina bûyerên ku şahidî jê re kiribû, kir. Bi hinceta nivîsên wî gelek caran kete ber lêpirsînê, hate girtin û berdan, lê belê ji nivîsandinê ti carî venegeriya. Bandora dayika xwe ya li fikir û hestên xwe piştî bi salan di berhema xwe ya bi navê 'Bîranînên min' de wê bi van gotinan vegotibûya: "Carna ji min dipirsin ku vê taybetmendiya xwe ya polîtîk û wêjeyî ji ku wergirtiye? Bi hêsanî dikarim bibêjim ku min ji dayika xwe wergirt ku xwendin û nivîsandina wê tune bû. Timî şîreteke bi vî rengî li min dikir: Lawo tu carî li bextê Tirkan û Ereban ewle nebe. Her wiha timî şîret li min dikir ku mert bim û ji bo gelê xwe bi rehm bim. Ne ku ji ber dayika min e, lê ji ber ku jineke Rojhilata Navîn e, ji ber ku jineke Kurd e van pesindayinan dinivîsînim."

MIN DU CARAN DÎT KU BAVÊ MIN GIRIYA

Dîcle Anter kurê Mûsa Anter ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku ji ber li Stenbolê ji dayik bû û mezin bû, ew zêde li Nisêbînê nema. Dîcle Anter dema pîrka wî Fesla Anter mir qala êşa giran a bavê xwe Mûsa Anter kir: "Em li Stenbolê ji dayik bû. Li Sûadiyeyê mezin bûn. Lewma jî tenê di betlaneya havînê de carek, du caran em çûn Nisêbînê. Dema ku bavê min bi mirina pîrka min hesiya, rûyê wî, êşa wî ji bîra min naçe. Ev yek kêliyeke gelekî bi êş û xemgîn a zarokatiya min e. Min tenê du caran dît ku bavê min giriya. Yek jê dema ku pê hesiya ku Apê Faîk (Faîk Bûcak) mir. Dema ku pê hesiya gotibû 'Mala minê'. Dema ku agahiya li ser pîrka min bihîst, li ser dîwana li mala me ya li Sûadiyeyê rûniştî bû. Çavên wî tijî hêsir bû û bi gotina 'Aaxx mala minê' giriyabû.

WÊNEYÊ SALA 1952'AN

Di wêne ye ya ku li aliyê rastê, li rêza destpêkê rûniştiye metka min Vetha ye. Ya ku di hembêza wê de ye xwişka min Rahşan Anter e. Li kêleka wê jî ya ku rûniştiye pîrka min Fesla Anter e. Yê ku di hembêza wê de jî kekê min Anter e. Li aliyê çepê yê pîrka min, dayika min Ayşe Hale Anter rûniştî ye. Pitikê di hembêza wê de jî pismamê min Seyîdxan e. Yê li kêleka wî disekine jî ez im. Li aliyê herî çepê jî dayika Seyîdxan, Hasîna ye. Seyîdxan sala 1952'an ji dayik bû û di vî wêneyî de pitik e. Diyar e ku wêne di sala 1952'an de hatiye kişandin. Dema ku em diçûn Nisêbînê entarî li me dikirin. Pîrka min keça malbatekê bû ku bi derengî ji Êzdîtiyê bûbû Misilman. Di kinc û xemla wê de bandora çanda Êzidî heye. Jineke bejn dirêj bû. Rûyê wê karakterîstîk bû. Salek piştî mirina pîrka xwe çûm Nisêbînê û salekê lê mam. Xwezî em hîn bêhtir karîbûna bi hev re biman, hîn bêhtir bîranînên me hebûya."