Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk kongreya xwe ya 4’emîn lidar xist

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk kongreya xwe ya 4’emîn lidar xist. Di kongreya 2 rojan de Songul Morsumbul cardin bû berdevka Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk.

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk kongreya xwe ya 4’emîn li Navenda Çanda Elewiyan a Dortmûnd û derdorê wê ya li Elmanyayê li dar xist. Di kongreya 2 rojan de delegeyên ji welatên cuda yên Ewropayê beşdar bûn.

Kongre bi vêxistina findê dest pê kir. Piştre dîwan hat hilbijartin. Fîdan Demîrbaş, Dildar Ana û Rojnamevan Elîf Sonzamanci ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Di kongreyê de Hevseroka FEDA’yê Hurî Kabayel axaftina silavkirinê kir. Piştre Berdevka Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk Songul Morsumbul axaftina vekirinê kir.

Siyadetmedara girtî Sabahat Tûncel, Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatimogullari, Hevsweroka DAD’ê Kadriye Dogan, Parlementera DEM’ê ya Dersimê Ayden Kordû, Akademîsyen Dilşa Denîz, jinên Ezidî, Ermenî û Ereb ên endamên Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê ji bo kongreyê peyam şandin.

Parlementera HDP’ê ya serdema 26’an Besîme Gonca di kongreyê de mafê axaftinê girt û li ser navê rêxistina jinên Elewî axivî.

Piştre delegeyên jin ên kongreyê mafê axaftinê girtin û têkîldarî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Elewiyan û pirsgirêkên rêxistinbûna jinên Elewî axivîn.

Roja yekemîn a kongreyê bi stranên koroya Jinên Dergeha Elewî ya Leverkusen bi dawî bû.

Di roja duyemîn a kongreya 4’emîn a Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk de, Dildar Ana, Besîme Konca û Fîdan Demîrbaş ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Piştî ku rapora xebatan hate xwendin, li ser raporê nîqaş hatin kirin.

Di encama nîqaşan de rêveberî hate hilbijartin. Songul Morsumbul cardin ji bo bervedkiya Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk hat hilbijartin.