Şandeya Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê

Şandeya Jinê ya Navneteweyî çû serdana Komeleya Dema Jinê. Dîlek Başalan di dema serdanê de axivî û got, "Bi têkoşîna hevpar em hevserokatiyê ferz dikin û polîtîkayên dewletê têk dibin."

Şandeya Jinê ya Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên welatên cuda yên Ewropayê di nav de ne, doh çû serdana Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Komeleya Mafên Mirovan (TÎHV), Dayikên Aştiyê û Jin Bi Hev re Bihêz in.

Şandeyê serdanên xwe îro jî domand. Şande, destpêkê çû serdana Komeleya Dema Jinê ya li Beyoglû ya Stenbolê û Avadaniya 1000 Jinan a ji bo Girtiyên Nexweş.

Şande, ji hêla seroka komeleyê Dîlek Başalan û endamên komeleyê ve hate pêşwazîkirin. Endama komeleyê Newroz Unverdî têkildarî armanca avakirina saziyê û xebatên têkildarî jinên kurd tên kirin. Unverdî, têkildarî xebata li qadê ya “Xwegihandina Jinên Kurd ên li Stenbolê Dijîn a bi Zimanê Dayikê Mekanîzmayên Têkoşîna li Dijî Tundiyê” starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê agahî dan. Unverdî, destnîşan kir di encama xebatên wan ên 3 navçeyên Stenbolê de tespît kirine ku jinên kurd nikarin bi zimanê xwe xwe bigihînin mekanîzmayên li dijî tundiyê û baweriya jinan bi van mekanîzmayan û darazê nayê.

Seroka komeleyê Dîlek Başalan jî qala têkoşîna hevpar a bi jinan re didomînin kir. Başalan, diyar kir ku jin li dora dirûşma “jin, jiyan, azadî” li hev civiyane û destnîşan kir ku ew ji bo pergala hevserokatiyê têdikoşin û polîtîkayên dewletê vala derdixînin.

Di serdanê de çenteyên li ser bi deh zimanan “jin, jiyan, azadî” hatine nivîsandin hatin diyarîkirin.