KBDH: Em ê dagirkeran poşman bikin

Konseya Giştî ya KBDH'ê got, "Em ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê poşman bikin ku di 16'ê Nîsanê de şerê dagirkeriyê gihandiye asteke nû."

DAXUYANIYA KONSEYA GIŞTÎ YA KBDH'Ê YA LI SER DAGIRKERIYÊ

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk a dagirker, qonaxa nû ya plana dagirkeriyê ku beriya bi mehan ragihand, di 16'ê Nîsanê de bi êrişa li ser Metînayê da destpêkirin. Gerîla ku rûmeta gelê Kurd e bersiva destpêkê bi çalakiyan da êrişan.

Li bajaran jî helwesta destpêkê ji aliyê gelên me yên Rojavayî, gelên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê li bajraan bi dirûşma 'Bijî berxwedana gerîla' hate nîşandan. Li bajarên Tirkiyeyê jî bi çalakiyên milîsên me bersiv ji faşîzmê re hate dayin û hêz dan berxwedana gerîlayên me. Em jinan, gelên xwe û milîsên xwe silav dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev nerazîbûn û helwest divê bêne berfirehkirin, xurtkirin, mezinkirin û hate gotin, "Divê were zanîn ku ev êrîşên îmhayê wê tenê bi gerîla û çapemeniya Kurd nemînin. Çawa ku êrîşa ji bo desteserkirina îradeya xelkê Wanê bi têkoşîna yekbûyî hate têkirin, konsepta îmhayê jî wê bi bersivên xurt ên ji eniyên têkoşîna yekbûyî bêne têkbirin. Ji ber vê yekê mezinkirina piştevaniya bi çapemeniya welatparêz a Kurd re ku ji dengên têkoşîna azadî, wekheviyê ya tevgera jinê ya demokratîk, femînîst û sosyalîst e, di hejman dmê de mezinkirina têkoşîna li dijî desteserkirina mafê çalakî, îfade û gotinê ye.

Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan em ê li her qadê, li çiyê, bajaran li dijî êrîşên dewleta serweriya mêr, faşîst û dagirker em ê li qadan dengê xwe bilind bikin. Bi biryardariya gerîlayên me ya şer ku weke dengê îrade û rûmetê ji çiyê bilind dibe, em ê bi milîsên xwe re li bajaran şer mezin bikin. Em ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê poşman bikin ku di 16'ê Nîsanê de şerê dagirkeriyê gihandiye asteke nû."