Meclisa Jinan a DEM’ê: Ji bo jiyana azad ava bikin tevlî têkoşîna hevpar bibin

Meclîsa Jinan ya DEM Partiyê daxuyand ku “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo bi hev re bi ser bikevin, bi hev re bi rê ve bibin û jiyana azad ava bikin, tevlî têkoşîna hevpar bibin.”

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê encamnameya civîna xwe eşkere kir. Di encamnameyê de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê û banga ji bo bi hev re rêveberiya xwe bikin û jiyana azad ava bikin têkoşîneke hevpar li hemû jinan hate kirin.

Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:

"Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 15'ê Kanûnê de li Enqereyê civiya. Çalakiyên Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan du caran hate lidarxistin, geşedanên siyasî bi taybetî xebatên mehane û polîtîkayên hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de bên lidarxistin û xebatên rêxistinî û xebatên meclîsên me yên jinan hatin rojevê.

‘ÊRÎŞA QIRKIRINÊ DI HEMAN DEMÊ DE QIRKIRINA JINAN E’

Polîtîkayên şer, talan, dagirkerî û mêtingeriyê yên desthilatdaran bi hemû leza xwe dewam dikin. Gelê Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve rastî qirkirinê tê û dewlet li vê yekê temaşe dikin. Êrîşa qirkirinê ya li dijî gel jî veguherî qirkirina jinê. Hikûmetên rastgir ên populîst, otorîter û faşîst dijminatiya li dijî jin, koçber, karker û kedkaran xistine navenda polîtîkayên xwe. Bi rûmetkirina malbat-dewlet-ol îstismarkirina beden û keda jinê zêdetir dike.

'DI BUDCEYA 2024'AN DE JIN TUNE NE’

Careke din diyar kir ku tifaqa mêr a di hilbijartinên gulanê de hatiye avakirin, wê bi pêkanînên nû destkeftiyên jinan ên ku weke gef dibînin, bi dest bixe û polîtîkayên şer, talan, tundî û îstîsmarê bidomîne. Di budçeya sala 2024'an de ku hikumetê plansaziya qanûna bi hejmara 6284'an, mafê nefeqeyê û prensîba deklerasyona jinan a di bin navê "Parastina Malbatê" de nîqaş kir de jin tuneye. Dema em dikevin pêvajoya hilbijartinên herêmî, ji meclîsê heta kolanan, ji kargehan heta dibistanan li her qadê polîtîkayên zayendperest ên hikûmetê xwe dide der. Bi qanûnên beriya hilbijartinan hatin derxistin, bajar tên talankirin, xweza tên talankirin, bêkariya ciwan û jinan zêde dibe. Ciwanên ku hêviya xwe ya siberojê winda dikin ber bi întîharê ve dibin.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ Û GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Di dema ku astengiyên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê tên xurtkirin, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, her ku diçe girantir dibe. Bersiva li ser daxwaza çareseriya adil û bi rûmet a pirsgirêka Kurd, paşguhkirin, înkarkirin û êrîşkirine. Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Yan bi tabûtê derdikevin derve yan jî li ber mirinê ne tê berdan. Girtî li gelek girtîgehan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Ocalan bê misogerkirin, di greva birçîbûnê de ne.

DOZA KOBANÊ

Hikûmet bi polîs û leşkerên xwe tundiyê li ser jinan dimeşîne. Desthilatdariya ku li kolanan êşkenceyê dike, bi awayekî bêperwa êrîşî hevalên me yên jin ên ciwan, siyasetmedarên jin û vîna jinan dike. Di doza Kobanî de rêhevalên me yên jin dewletê teşhîr dikin û pergalê darizînin. Em hevrêyên xwe yên ku têkoşîna azadiya jinê ji zindanan bilind dikin silav dikin. Meclisa me ya jinan a ku çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi şîara ‘Em serî natewînin, em li her derê ne’ li dar xist, careke din nîşan da ku ew ê sînorên ku hatine xêzkirin qebûl nekin. Ji kolanan qêriyan ku tiştên bibêjin û hêza wan a guhertinê heye.

‘EM Ê BAJARÊN KU DOSTÊN JINAN E AVA BIKIN’

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê dê li her qadên xwe daxwazên wekhevî, azadî û edaletê bilind bike. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê careke din diyar kir ku ew bi biryar in ku di hilbijartinên herêmî de li gorî rêgezên rêveberiyên herêmî yên demokratîk ên ku partiyê destnîşan kirine, xeta azadiya jinê pêk bînin. Hêmanên bingehîn ên têgihîştina rêveberiya nenavendî û herêmî jin in. Meclîsa me ya Jinan îdia dike ku em ê bajarên dostên jinan ava bikin. Şaredariyên ku bi qeyûman hatine desteserkirin dê paşde werin girtin. Tê destnîşankirin ku bi nêzîkatiya lihevkirina bajarî têgihîştina pratîka hilbijartinên herêmî xurtir bike, pêş bixe û bigihîne encamê. Meclîsa  Jinan a DEM Partiyê wê li gorî prensîba hevserokatiyê û nûneriya wekhev xebatên xwe yên ji bo jinan teşwîqî namzetiyê bike û ji bo xurtkirina derfetên propagandayê yên namzetan xurtir bike. Yek ji rêyên têkoşîna li dijî feraset, ziman, şêwaz û nêzîkatiyên mêrane, xurtkirina jinê ya siyasetê ye. Ezmûnên me, îradeya me ya têkoşînê, xeta me ya azadiya jinê bingeha vê têkoşînê ye. Em bang li hemû jinên ku ji bo ked, nasname û bedena xwe kolanan naterikînin, li hemberî desthilatdariya mêr serî natewînin û di bin her şert û mercî de daxwaza wekhevî, azadî û edaletê dikin, bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin. Em dibêjin dema DEM partiyê ye, dema jinan e, dema azadiyê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo bi hev re bi ser bikevin, bi hev re bi rê ve bibin û jiyana azad ava bikin, tevlî têkoşîna hevpar bibin."