Li Îranê ceza li rojnamevana ku mirina Armîta Gîrawend lêpirsîn dikir, hate birîn

Li Îranê dadgehekî cezayê girtîgehê li rojnamevan Sara Masûmî birî. Masûmî mirina zaroka Kurd Armîta Gîrawend ku di meha Cotmehê de hate qetilkirin, lêpirsîn dikir.

Li gorî medyaya Îranê, parêzer Alî Mûctahedzadeh got ku biryara derbarê rojnamevan Sara Masûmî têkildarî weşaneke li ser înternetê ya derbarê xwendekara amadeyî Armîta Gîrawend a 17 salî ye.

Medyaya Îranê ragihand ku Sara Masûmî sedemê mirina Armîta Gîrawend lêpirsîn dikir.

Rojnameya Şarq wiha ragihand: “Masûmî bi hinceta ku agahiya şaş belav kiriye, 6 meh cezayê girtîgehê û 2 salan cezayê dûrketina ji rojnamevaniyê lê hatiye birîn.”

Armîta Gîrawend a ji bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, roja 1’ê Cotmehê bi hinceta ku serê xwe baş ne pêçaye, ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû binçavkirin û êşkenceyên giran lê hatibû kirin.

Armîta di encama êşkenceyê de ket komayê. Piştî 28 rojan, di sibeha 28’ê Cotmehê de li nexweşxaneya li Tehranê ku tedawî lê didît, jiyana xwe ji dest da.