Konferansa 3'yemîn a ROJIN: Em ê tarîtiyê ronî bikin

Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê tarîtiyê ronî bikin" Konferansa 3'yemîn lidar xist.

Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) di navbera 2-3'ê Kanûna 2023'an de bi beşdariya bi dehan rojnamevanan konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Konferans bi dirûşma "Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tarîtiyê ronî bikin" pêk hat.

Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Konferans du rojan dewam kir, di nava van du rojan de êrişên pergala mer-dewletê li ser rojnamevanên ku heqîqet dişopandin, jin û civakê, rêbazên rizgarbûna jinan ji tûndiyê û têkoşîna jinên azadixwaz li hemberî pergalê, perspektîfên çareseriyê, astengiyên di qada çapemeniyên bi hûrgilî hatin nirxandin. Her wiha ji bo valahiyên di navbera tevgerên jinan yên li parzemînên cuda de bên dagirtin, perspektîf bên afirandin û xetên berxwedana bi hev re bên avakirin rola rojnamevanên jin a di afirandina jiyanek alternatîf de nîqaşên girîng hatin kirin.

Di konferansa ROJIN de yek ji mijarên sereke Pengava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bû.

Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku li hemberî polîtîkayên şer û kaosa tê kûrkirin û qirkirina jinan de, Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jinê û civakê di asta cîhanê de her ku diçe mîna alternatîfekê bi bandor dibe. Lewra êrişên herî dijwar ên pergala hegemon li ser Îmraliyê tê kirin.

Di nirxandinan de sedsala 21'an weke sedsala jinê hate pênasekirin û hate gotin:

"Bi destê desthilatdaran polîtîkayên şer, kedxwarî, desthilatdarî, kuştina jinan, êrîşa li dijî jinên pêşeng, têkbirina exlaqa civakê û tarûmarkirina xwezayê roj bi roj zêdetir dibin. Bi şerê li ser gelan tê ferzkirin, li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergalek desthilatdariya mêr tê ferzkirin. Li hemberî vê têkoşîna jinan a bi pêşengiya jinên Kurd ji bo parastina nirxên mirovahiyê, azadî û demokrasiyê hewl dide pergaleke di mîhwera jinê de ava bike."

Di konferansê de hate destnîşankirin ku ev şer û têkoşîn herî zêde bi rêya çapemeniyê tê meşandin. Lewra qada medyayê ya di destê mêrên serdest de bûye qada ku dezenformansyon, manîpulasyon, polîtîkayên şerê taybet, mêtîngerî, û zayendîperestiyê herî zêde lê pêk tên. Ji ber wê yekê jî erkê rojnamevanên jin ango ragihandina xweser jî ew e ku li hemberê van êrîşan hîşyarbûnek cîvakî bide avakirin.

Yek ji rojeva herî girîng a sala dawî ya weşangeriya jinê weke serhildana 'Jin Jiyan Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket hate nirxandin. Di nirxandinan de hate destnîşankirin ku Şoreşa 'Jin, jiyan, Azadî' li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê guhertinên cidî yên civakî pêk aniye. Ji ber gel êdî naxwaze bi desthilatdariya paşverû re bijî nerazîbûnên xwe tîne ziman. Rojnamevanên ku rastiya rejîma Îranê û serhildana jinan ragihandin bûn hedef û hatin girtin. Tevî hemû êrişan jî israra ji bo ronîkirina heqîqetê dewam kir.

Li aliyekî din Şoreşa Jinê ya li Rojava di pêşengiya jinan de pêk hat, yek ji mijarên nîqaşên rojnamevanên jin bû û di vê derbarê de işaret bi êrişên nû hate kirin. 

Di konferansa 3'emîn a ROJIN de têkoşîna gerîlayên jin a li dijî dagirkeran û dijminên jinan jî hate nirxandin û hate gotin, medyaya cîhanê xwe li hemberî vî şerê dijwar ker, kor û lal kiriye, an jî bi nêrîna desthilatdaran li vê têkoşînê meyze dike.

Rojnamevanan diyar kirin ku çawa heta niha bi berdelên mezin bûn zimanê heqîqetê ji niha û pê ve jî bi wêrekî wê têkoşîneke berfireh ji bo avakirina çapemeniyek alternatîf a bi nêrîna jinan têbikoşin. Li dijî hemû zilm û zordariyan bibin zimanê mafdar, mazlûm û azadîxwazan, jinên berxwedêr û têkoşer. Bi fikra ku jiyan, bi beşdarî û nêrînên jinan dikare rasteqîn û bedew bibe bi rojnamevanên jin ên cîhanê re bên gel hev û rêxistinbûyîna di qada medya de xurt bikin.

Di konferansê de çend biryarên hatin girtin jî wiha ne.

"*Em weke kedkarên çapemeniya azad hêza xwe ji dîroka têkoşîna ku xwe dispêrê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî’ digirin. Ji bo em bibin deng û rengê jinan û heqîqet di tariyê de nemîne em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.

*Li dijî tecrîda şîdandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hemû qadên jiyanê xistiye bin bandora xwe, em ê  weşangeriyek di jin û civakê de hişyarî û berpirsyariyê pêş bixe, bikin.

*Li hemberî polîtîkayên qirkirina civakî yên mîna koçberî, fuhuş, guhertina demografya, madeyên hişbirê weşangeriyeke civaka exlaqî û polîtîk, welatparêziyê pêş dixe hîn zêdetir esas bigrin.

*Li dijî her cûre êrişên pergala mêr-dewletê bi zanista jinê em ê, pêşketinên derbarê jinê de, nerazîbûnên civakî, pirsgirêk û nakokî wek pirsgirêka azadiya jinê binirxînin û li ser van esasan weşaneke bi bandor bikin.

*Ji dîrokê heya îro ji bo bi dawî anîna desteserkirina jiyan, ked, huner, talana xwezayê, fikir û çalakiyên jinan bê rawestandin û rojên ku hatine tarîkirin bê ronîkirin, em ê weşangeriya rastiyê esas bigrin.

* Medyaya dîjîtal bi armanca pêşxistina zanebûna civakî bikaranîn."