DMME: Di mafê kurtajê de Polonyayê mafê jinê binpê kiriye

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku qanûna kurtajê ya Polonyayê ku mafê veşarîbûnê û jiyana malbatî ya jina ducanî ku teşhîsa sendroma Down di fetûsa wê hatibû danîn binpê dike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja Pêncşemê ji bo qanûna kurtajê ya Polonyayê ya 2020’an, ji ber mafê jinek ku ji ber kurtajê neçar maye derkeve derveyî welat binpêkiriye, biryara binpêkirinê da.

Dadgehê, ji ber piştî teşhîsa sendroma Downê, mafê kurtajê hatiye astengkirin ev yek “ne wek nêzîkatiyek li dijî mafê mirovî” lê ji ber li gorî xala 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mafê nepeniyê û jiyana malbatî hatiye binpêkirin, biryara binpêkirinê da. Dadgehê her wiha cezayê tazmînatê ya 16 hezar 4 Euro li Polonyayê birî.

Yek ji koma bi navê Federa ya Polonya ku mafê jinan diparêze û piştgirî dide jina dozdar bi daxuyaniyek got, “Ji bo her jinek ku li Polonyayê dijî me ev têkoşîn da. Ev biryar nîşan dide ku divê Polonya qanûnên xwe ya ku dibe sedema gelek jin êşê bikişînin, biguherîne.”

Mijara ku behsa wê tê kirin sala 2020’an de pêk hatibû. Jina bi navê M.L. dema ku ducanî bû, hîn bû ku zaroka di zikê wê de bi sendroma Down e. Kurtaja ku di 28’ê Çileya 2021’an de dihat plankirin pêk bê, ji aliyê rayedarên Polonyayê ve hat betalkirin.

Piştî vê biryarê jina ducanî çû Hollandayê û kurtaja xwe pêk anî.