Li Şengalê jinên ciwan civîna xwe ya salê lidar xistin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di civîna xwe ya salê de diyar kir ku ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka gelê Kurd re çaresriya siyasî” bigihêje armanca xwe divê xebatên xwe berfirehtir bikin.

Li gundê Borik, Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê civîna xwe ya salê lidar xistin. Civîn bi beşdarbuna bi dehan jinên ciwan hate lidar xistin, jinên ciwan yek bi yek xebatên xwe yên sala 2023’yan nirxandin û hate gotin ku li gorî salên borî Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê, li Şengalê di warê xwerêxistinkirin û perwerdehiyê de gelek gavên nû avêtine.

Di civînê de weke mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bi giştî rewşa siyasî hat nirxandin. Piştre jî jinên ciwan kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin û plansaziyên xwe yên ji bo sala nû diyar kirin.

Di civînê de ciwanan ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin û diyar kirin ku her çiqas ji bo pêngava azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kar û xebat hatine meşandin û gavên danasîna ramanên Ocalan di nava ciwanan de hatibin avêtin jî, ew kêm dibînin û wiha nirxandin: “Weke ciwan ji bo danasîna ramanên Rêber Apo erka me ya sereke ew e heya ku Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad nebe em ê xebatên xwe têrker nebînin û ji bo gihandina vê armancê em ê ji her demê bêtir têbikoşin.”

Jinên Ciwan siyaset û polîtîkayên li ser Şengalê jî bi berfirehî nirxandin û dan zanîn ku êrîş û planên li ser civakê ji fermanê dûr nîn in û gotin: “Di dîrokê de her dem gelên azadîxwaz li hemberî zordaran serî hildane. Îro ya li Şengalê tê jiyîn jî têkoşîna ku bi ramanên Rêber Apo bi pêşengiya jinan, civak dide meşandin e. Weke Jinên Ciwan erka me ya sereke ew e ku em li hemberî paşverûtiyên pergalê û li dijî aqilê mêrên desthildatdar têkoşînê berfireh bikin.”

Di civînê de êrîşên şerê taybet ên li ser jinên ciwan tên meşandin jî xal bi xal hatin dest girtin û ev tişt hate gotin, “Di nava salê de ji bo danasîna jineolojiyê du kampên jinên ciwan hatin vekirin û di van kampan de bi hûrgulî qala zanista jineolojiyê hat kirin. Ji bo naskirina çanda Êzidiyatiyê û hezkirina xwezayê, cihên pîroz ên weke Quba Xatuna Ferxan hatin ziyaretkirin û dar li ber quban hatin çandin. Di nava salê de gelek civîn, komxebat, semîner û perwerde li gund navçe û bajarê Şengalê hatin lidarxistin.” 

Jinan şerê taybet ên li dijî ciwanan jî bi bîr xistin û gotin ku her çendî li Şengalê xebatên rêxistinkirina jinan dewam dikin jî, hêj di temenê biçûk de jin tên zewicandin û zexta li ser jinan bi temamî ji holê ranebûye. Jinên ciwan destnîşan kirin ku, ji bo derbaskirina van kêmasiyan pêwîstî bi berfirehkirina rêxistinbûnê û xebatên perwerdehiyê heye.