Jîna Emînî hêjayî Xelata Sakharovê hate dîtin

Xelata Sakharov a ji bo Azadiya Ramanê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi merasîmekê ji bo bîranîna Jîna Emînî radestî Tevgera Jin Jiyan Azadî hate kirin.

Malbata Jîna Emînî, parêzer Salîh Nîkbeht, parazvanên mafên jinan Efsûn Najafî û Mersedeh Şahînkar jî beşdarî merasîma ku li Strasborgê li Parlementoya Ewropayê hate lidar xistin bûn.

Beriya merasîma xelatdayînê du civînên çapemeniyê hatin lidarxistin. A yekemîn ji aliyê Seroka PE'yê Roberta Metsola ve hat organîzekirin.

Mestola got, “Xelata Sakharov a ji bo Azadiya Ramanê ya îsal ku ji bo bîranîna Jîna Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî tê dayîn, ji bo hemû jin, mêr û ciwanên wêrek ên ku tevî zext û zordariya Îranê têkoşîna xwe ya mafdar didomînin, di asta serbilindiyê de ye. Parlementoya Ewropayê dengê we dibihîse û piştgiriyê dide we. Hûn ne bi tenê ne.”

Civîna din a çapemeniyê bi pêşengiya Cîgira Serokê Giştî yê PE’yê ku ji koma Saharovê berpirsyare Hadîdî Hautala ve pêk hat.

Hautala jî got, "PE’yê îro jî weke her dem bi gelê Kurd û jinan re di nava piştevaniyê de ye."

Parêzer Salîh Nîkbeht wek nûnerê malbatê, di merasîmê de peyama dayika Jîna Emînî Mûzxan Eftexarî xwend. Di namayê de ev tişt hatin gotin, “Êşa Jîna ji bo min bêdawî ye û ji bo her mirovek li cîhanê nemir e. Ez di wê baweriyê de me ku navê wê dê li kêlek navê Jeanne d’Arcê weke sembola azadiyê bimîne. Ez ji warên ku Jîna ya nemir lê jidayik bûye, spasiya malbatê yên bêdawî radigihînim û hêvî dikim ku hûn ê bi biryarbûna xwe bi xurtî û serbilindî li ber xwe bidin. Em hêvî bikin ku ti dengek ji îlana azadiyê netirse."

Jina Kurd a Îranê Jîna Emînî ya 22 salî di Îlona 2022'yan de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû binçavkirin û qetilkirin.

Piştî mirina Jîna Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevgereke serhildanê ya bêhempa destpê kir. Navê vê serhildanê bû "Jin jiyan azadî."

Dewleta Îranê destûr neda ku malbata Jîna Emînî ji bo wergirtina xelata Sakharov derkeve derveyî welat. Di 8'ê Kanûnê de dema hewl didan biçin Fransayê, li balafirgeha Tehranê pasaportên dayik, bavê û birayê Jina Emînî hatin desteserkirin.

Roberta Metsola di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de bang li "rejîma Îranê kiribû ku dev ji vê biryara xwe berde.”