JIN
Hemû Nûçe
-
Garzan: Berxwedana Kobanê bû roniya ku ji Rojhilata Navîn li cîhanê belav bû
Garzan, daxwaza ku 1’ê Mijdarê wek du pîrozbahiyan bê pîrozkirin kir û mîlyonên xwe amade dikin derkevin kolanan silav kir. -
Weqfa Jina Azad a Rojava hevdîtinên xwe yên li Londonên dewam dike
Nûnerên Weqfa Jina Azad a Rojava, li paytexta Îngilîstan Londonê bi parlamenterên jin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistinên Jinan ên Femînîst û gelek saziyan re re hevdîtin kir. -
KJK: Gel wê 1'ê Mijdarê bi ruhê serketinê yê Kobanê pêşwazî bikin
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi ruhê serketinê yê Kobanê hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêşwazî bikin û bang li hemû jin û gelan kir ku bi hev re tevbigerin. -
Ji bo Dîlek Dogan li Frankfûrtê çalakî
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo Dîlek Dogan a ku çend roj berê ji ber êrîşa polîsan birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, li ber Konsoloxaneya Tirk çalakiyek hat lidarxistin. -
'Li çiyayên azad ên Kurdistanê jin bi Bêrîtanî dijîn'
Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), di salvegera 23. a şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn. Hevrêyên wê ji ANF'ê re qala Bêrîtan kirin. -
‘Bêrîtan li hemberî xiyanetê bû navê berxwedanê li hemberî mirinê bû navê jiyanê’
Gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a 25’ê Cotmeha 1992’yan jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medya ji aliyê gerîlayên YJA Star ve bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. -
Ronahî: Ji bo xwedîderketina li vîna xwe divê jin deng bidin HDP'ê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bi xurtî vîna jinê bişînin parlamentê. -
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ji aliyê TJK-E ve tê meşandin
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, vê hefteyê ji aliyê jinên endamên TJK-E ve tê meşandin. -
KJA: Êrîşa li dijî goristanan, êrîşa li dijî tevahiya mirovahiyê ye
KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî şehîdgehên li Kurdistanê da û bang li AKP'ê kir, ku van pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê biterikîne. -
Li Dusseldorf û Munchenê çalakiya edaletê
Li Dusseldorf û Munchenê, ji bo damezrînerên PKK'ê Sakînce Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Partîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi daxwaza edaletê çalakî hatin lidarxistin. -
Bêrîtan li Yengîceyê hat bîranîn
Li bajarokê Yengîce yê navçeya Kerkûk Daqûqê ya Başûrê Kurdistanê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di salvegera 23. a şehadeta xwe de hat bîranîn. -
'Meşa li ser şopa Bêrîtanan wê bibe bersiv ji pêvajoyê re'
Delal Amed di merasîma leşkerî ya bîranînê de got, "Meşa li ser şopa Bêrîtanan wê bibe bersiv ji wezîfeyên demê re û wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê misoger bike." -
Bêrîtan li Danîmarkayê ji aliyê jinan ve hat bîranîn
Ji gerîlayên efsanewî Bêrîtan li bajarê Valbyê hat bîranîn. -
Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a CDS bi dawî bû
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan pêk hat. -
PAJK: Bêrîtan xeta jinê ya azad e
Koordînasyona PAJK'ê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de 'şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Bêrîtanbûyîn perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e." -
Ji gerîlayên berê yên Nepalî ji YPJ’ê re name
Gerîlayên berê yên Nepalî, şervanên YPJ’ê yên li Kobanê şer dikin silav kirin. Di nameya ku ji YPJ’ê re hat nivîsandin de wiha hat gotin: “Asta hişmendiya we parve kiriye cesareteke mezin daye hevalên me yên jin û ew di asteke zêde de motîve kirin.” -
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a CDS destpê kir
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan destpê kir. -
Rapora Jinê ya NY: Tevlî 'başbûnê' jî, em hînê gelekî dûrî armanca wekheviyê ne
Di 6. Rapora Jinê ya Cîhanê de, ku ji aliyê Daîreya Karên Civakî û Aborî (DESA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, hat destnîşankirin ku armanca wekheviya navbera zayendan hînê gelekî dûr e. -
'Li dijî qirkirina jinê em xwe li her qadê bi rêxistin bikin'
Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppetalê, Coûrage, SKP, MLPD, IG-Metaller, Karawane û Jinên koçber li Navenda Civaka Demokratîk panela bi mijara 'li dijî qirkirina jinê em xwe li her qadê bi rêxistin bikin' lidar xistin. -
YJA Star: Bêrîtanbûyîn, azadbûna Kurdistanê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Gelê Kurd ê bûye Bêrîtan, tê wateya Kurdistana azad e." -
Gerîla: Bêrîtan manîfestoya jiyanê ye
Gerîlayên YJA Starê, pêşenga fermandarbûyîna jinê Bêrîtan, vegotin. -
Ronahî: Bêrîtan fîşeka herî mezin li koledariyê xistiye
Elîf Ronahî da xuyakirin ku yek ji sembola têkoşîna azadiye ya Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de berxwedaneke mezin nîşan da, şehadeta wê ji bo tevgera jinê tê gelek wateyan. -
Kongreya navneteweyî ya Jinên Kurd li Rûsyayê kom dibe
Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî wê li Tambov kom bibe. -
‘Têkildarî şîdeta li hember jinê em dixwazin bi rêxistinên navneteweyî re bixebitin’
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel, diyar kir ku hem di polîtîkayên aştiyê hem jî di mijara têkildarî şîdeta li hember jinê de dixwazin bi rêxistinên navneteweyî re bixebitin. -
UTAMARA penaberên jin hewand
Penaberên jin, sê rojan bûn mêvanê UTAMARA.