Ronahî: Bêrîtan fîşeka herî mezin li koledariyê xistiye

Elîf Ronahî da xuyakirin ku yek ji sembola têkoşîna azadiye ya Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de berxwedaneke mezin nîşan da, şehadeta wê ji bo tevgera jinê tê gelek wateyan.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî da xuyakirin ku yek ji sembola têkoşîna azadiye ya Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de berxwedaneke mezin nîşan da, şehadeta wê ji bo tevgera jinê tê gelek wateyan.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de bû sembola berxwedana mezin a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û li dijî parçebûn û xiyaneta di nava civaka Kurd de çalakî pêk anî, axivî.

Ronahî, di şexsê Bêrîtan de, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr anî.

Ronahî diyar kir ku di şexsê Bêrîtan de artêşbûyîn, berxwedan derketine holê û bang li hemû jinan kir ku mîna vê berxwedanê bijîn. Ronahî da xuyakirin ku çalakiya Bêrîtan bersivek li dijî xiyanetê ye û destnîşan kir, ku li ser vê çalakiyê, têkoşîna azadiyê ya radîkal bi pêş ve çûye.

Ronahî da zanîn ku bi vê yekê re artêşbûyîna jinê xwe daye der, di heman demê de ev yek li hemberî zîhniyeta koledariyê ya li ser civaka Rojhilata Navîn û jinên Kurd dihat ferzkirin, bûye jehrkuj.

'FERMANDARIYA JINÊ YA BI PÊŞENGIYA BÊRÎTAN DERKET HOLÊ'

Ronahî destnîşan kir, ku Bêrîtan, li hemberî zexta teslîmbûyînê û xeta koledariyê ya li hemberî jinên Kurd dihat ferzkirin, fîşekek dîrokî teand û berxwedana jinê di şexsê xwe de bi xurtî kir sembol.

Ronahî ragihand, ku Bêrîtan tê wateya fîşeka mezin a li hemberî koledariya li hemberî jinê rewa hatiye dîtin û anî ziman, ku Bêrîtan berxwedana mezin nîşan daye û hebûna jinê destnîşan kiriye. 

Ronahî da xuyakirin ku bi vê çalakiyê re hatiye nîşanan ku jina berxwedêr dikare çi bi ser bixîne û got, "Jinek divê bi rûmet bijî. Ku ev jin jina Kurd be, ev yek ferz e. Divê bi watedar bijî. Ji bo teslîmî jiyana bêwate nebe, xwe ji zinaran avêtiye."

Ronahî diyar kir ku di şexsê Bêrîtan de fermandariya jinê, pêşengiya jinê afiriye û got, "Ev yek ji aliyê îdeolojîk, pîvanî, jiyanî û di şer de jî bi heman rengî ye. Di kesayetî û pratîka xwe de nîşan daye ku divê fermandariyek jinê bi çi rengî be. Artêşên hatine avakirin, heta niha her tim li ser newekheviyê hatine avakirin. Eger di nava artêşbûyînekê de fermandariya jinê, artêşbûyîna jinê tinebe, li wê derê wê neheqî û bêedaletiyeke mezin hebe."

Ronahî destnîşan kir ku Bêrîtan çawaniya hebûn û jiyanê, bi artêşbûyîna jinê re weke bersiveke dîrokî nîşan daye û anî ziman ku ew ê vê çalakiya Bêrîtan bi pêkanîna şoreşa jinê re tacîdar bikin.

Ronahî bang li hemû jinan kir ku di vê xeat azadiya jinê de bimeşin û têbikoş in.