Li Dusseldorf û Munchenê çalakiya edaletê

Li Dusseldorf û Munchenê, ji bo damezrînerên PKK'ê Sakînce Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Partîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi daxwaza edaletê çalakî hatin lidarxistin.

Li Dusseldorf û Munchenê, ji bo damezrînerên PKK'ê Sakînce Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Partîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi daxwaza edaletê çalakî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, Meclîsa Jinê ya Rozerîn a Dortmûndê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiya edaletê lidar xist. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan û hevkar Fransa", "Jin jiyana zadî" hatin qîrîn.

Dayika Senem a li çalakiyê peyivî got, "Xwestin li Parîsê kezeba me jê bikin, dilê me derxînin û me bikujin. Lê belê me li hemberî ti êrîş û komkujiyan serî netewand û em ê netewînin. Heta ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin û sûcdar werin cezakirin, em ê her Çarşemê çalakiyan pêk bînin."

Piştî xwendina belavokê, çalakî bi banga tevlîbûnê jib o çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dawî bû.

MUNCHEN

Li Munchenê jî bi heman armancê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara ve hat organîzekirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin kiryarên rastî yên komkujiyê ji raya giştî re aşkera bike û derxîne pêşberî dadgeriyê. 

Di axaftina li vir de hat gotin, "Divê hikûmeta Fransayê bûyerê ronî bike, kiryaran derxîne pêşberî dadgeriyê û ceza bike. Cansiz, Dogan û Şaylemez soza me ne, heta ku cînayet bê ronîkirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin" û wêneyên her sê şoreşgerên Kurd hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hat xwestin û ji bo mîtînga 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang hat kirin.

...