Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a CDS bi dawî bû
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan pêk hat.
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan pêk hat.
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan pêk hat. Kongre piştî nîqaşên li ser rêzikname û bernameya kongreyê, bi hilbijartina rêveberiyê qediya.
Kongre bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan, li salona Konferansê ya Navenda Maladojnî pêk hat.
Tevî nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl ên li Rûsyayê, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Hevseroka Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî merî Deşîna, Hevseroka Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Lîana Simoyan, Hevseroka Kongreya Êzidiyan a Rûsyayê Manana Pîr û delegeyên ji Gurcîstan û Ermenîstanê beşdarî kongreyê bûn.
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê endama Desteya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Çinar Tolhildan ve hat kirin.
Tolhildan bi bîranîna nîşaneya jinên Kurd ên berxwedêr Gulnaz Karataş (Bêrîtan) dest bi axaftina xwe kir û got, "Di salvegera şehadeta hevala Bêrîtan de, em hîmê kongreya ku jinan li qada CDS bi rêxistin bike, datînin. Jin wê êdî li her cihê lê ne, hîn bêhtir bi rêxistinî û zane tevbigerin. Jina zane civaka zane ye. Gelê Kurd li hemû herêmên lê dijî xwe gihandiye wê nuqteyê ku xwe bi rêxistin bike û çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bike. Lewma kongreya we xwedî girîngiyeke dîrokî ye."
Li dû axaftina vekirinê dîwana ji 5 kesan hat hilbijartin û piştre Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah a weke mêvan li kongreyê amade ye, mafê axaftinê wergirt.
'VÎNA JINÊ YA BI RUHÊ ARÎN MÎRXAN, ÊDÎ BÛYE TEMÎNATA AZADIYA JINÊ YA LI HERÊMÊ'
Abdullah da xuyakirin, ku tevlîbûna wan li kongreya rêxistinbûyîna jinên Kurd a li qada Rûsyayê, ji bo wan gelekî girîng e û kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûnê anî ziman.
Abdullah di dewama axaftina xwe de ragihand ku berxwedana jinê ya li Rojava, bi taybetî jî li Kobanê û Şengalê, cesaret daye hemû jinên cîhanê û got, "Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku cîhanê nikarîbû pê, jinan vîna xwe nîşan dan û derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Vîna jinê ya bi ruhê hevala me Arîn Mîrxan derket holê, êdî bûye temînata azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn. Bi rêxistinkirina xebatên jinan ên li Rûsyayê bi vî ruh û biryardariyê, bi vê kongreyê re xwe nîşan dide."
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊN KURD ÊDÎ LI GELEMPERIYA CÎHANÊ BELAV DIBE'
Abdullah di dewama axaftina xwe de ragihand ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye û got, "Jinan di destpêkê de di şexsê xwe de şoreş pêk anîn, dûre ji şoreşa Rojava re pêşengî kirin. Jinan di rêveberiya kantonên xweser, di nava asayîş, yekîneyên parastinê, rêxistinbûyîn û siyasetê de bi rola pêşengiyê rabûn. Li Bakurê Kurdistanê jî jin di asta pêşengiyê de ne. Li hemberî êrîşên dawî yên dewleta Tirk herî zêde jin li ber xwe didin. Ev têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd êdî li gelemperiya cîhanê belav dibe."
Abdullah anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwedî mîrateyeke kûr e û got, "Jina li ber xwe bide û xwe azad bike, wê her tim bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em vê gava dîrokî ya ji bo rêxisitnbûyîna jinên li qada Rûsyayê, watedar dibînin."
Kongre bi xwendina peyama KJK'ê dewam kir. KJK'ê di peyama xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirin, hovîtî û destavêtinê yên di şexê Şengalê de li hemberî civata Êzidî hatiye kirin û destnîşan kir ku birêxistinkirina vîna xwe û hişmendiya xwe ya jiyana azad, ji bo jinên ji gelên bi qirkirinê re rû bi rû ne, pêwîstiyeke nebe nabe, ye.
KJK'ê ragihand ku, ji ber sedemên kûr û îdeolojîk, qirkirin beriya her kesî jinan hedef digire û da zanîn ku di şexê jinên Êzidî de hewl hat dayîn nirxên pîroz ên Kurdewariyê bê tinekirin.
KJK'ê da zanîn ku girîng e jinên Kurd pêşeroja xwe ya azad û perpektîfa jiyana azad bi zanebûn û bi vîn, birêxistin bikin û destnîşan kir, ku ev yek perspektîfa wezîfeyê û biryara bingehîn a kongreyê ye. KJK'ê got, "Li ku derê dibe bila bibe, dema 20 jin li hev kom bûn, divê ji sedî sed rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe ava bikin.
KJK'ê di dewama peyama xwe de got, "Jina azad, jina rêxistinbûyî û jiyana azad e; Rêberê Azad û civaka azad e. Dilsoziya me ya bi Rêbertî re, bi hilberîna bi vîna xwe ya cewherî dibe. Li ser vê bingehê em bawerin ku delege wê bi têgihiştin û nêzîkatiyeke mezin a berpirsyariyê, bi coş û kelecaneke mezin beşdarî kongreyê bibin."
Piştî peyama KJK'ê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der heqê rêxistinbûyîna jina Kurd de hatin nwendin. Li dû xwendina peyaman, delegeyan dest bi nîqaşê kirin û di encamê de rêzikname û bername hatin erêkirin.
RÊVEBERIYA JI 19 KESAN Û MECLÎSA JI 29 KES HATIN HILBIJARTIN
Di beşa dawî ya kongreyê de jî rêveberî hat hilbijartin. Li gorî vê yekê Serokek, du alîkarên wê, rêveberiyek ji 19 kesan û meclîsek ji 29 kesan hatin hilbijartin. Ji bo serokatiya kongreyê Cûlyeta Reşoyan, ji bo alîkariyên wê Mîgara Patiyeva û Hatîn Îsayan hatin hilbijartin.
Kongre bi axaftina dawî ya Reşoyan bi dawî bû.