KJA: Êrîşa li dijî goristanan, êrîşa li dijî tevahiya mirovahiyê ye

KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî şehîdgehên li Kurdistanê da û bang li AKP'ê kir, ku van pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê biterikîne.

Komîsyona Gel û Baweriyan a Kongreya Jinên Azad (KJA), der barê êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî şehîdgehan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi konsepta şer a piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ket meriyetê re sûcê şer hatiye kirin, tê kirin û hat gotin, "Tevî bêhiqûqî û sûcên li dijî zindî û xwezayê, di vê demê de bi awayekî rêk û pêk êrîş li hemberî bedenên mirîn jî tên kirin."

'BIRÎNÊN MEZIN ÊN CIVAKÎ DER DIKE'

KJA'yê diyar kir ku di navbera 11'ê Îlonê-23'ê Cotmeha 2015'an de li Agirî, Mûş/Gimgim, Wan/Şax, Bedlîs, Mêrdîn/Nisêbîn, Colemêrg, Qers, Dêrsim, Amed/Lice, Sêrt û Amed/Pîranê 11 goristanên cangoriyên têkoşîna azadiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi bombeyan hatine xerakirin û hat ragihandin, ku li van deran mizgeft malên cem jî hatine xerakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di sîstema hiqûqê ya neteweyî û navneteweyî de, piştî ku mirovek mir, kategoriya ceza/bêcezatî ji bo wî/wê kesî ji holê radibe. Di ola Îslamê de jî piştî ku mirov mir, êdî ceza û mukafat ê xwedê ye. Çi ji aliyê olî, çij î ji aliyê belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî ve, îşkenceya li miriyan nayê qebûlkirin û tê mehkûmkirin."

KJA'yê diyar kir ku ev pêkanîn û êrîşên hêzên ewlekariyê yên li hemberî miriyan û goristanan, zerarê didin hestên olî û manewî yên gelê Kurdistanê û birînên kûr ên civakî der dikin, ku pêçandina wan zehmet e.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ TEVAHIYA MALBATA MIROVAHIYÊ YE'

KJA'ê da zanîn ku bombekirina goristana li Dêrsimê ku hestiyê mirovên di Komkujiya 38 a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan lê ne û bombekirina mala cem a li vê derê, dewama Komkujiya Dêrsimê ye û got, "Ev êrîşên li hemberî goristanan, di belgeyên mafên mirovan ên li ser neteweyan, dîsa li ol û baweriyên Îslam, Xiristiyan, Yahûdî, Elewî, Êzidî û hemû baweriyên din de weke sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin. Li hemberî vî sûcê li dijî mirovahî û olî, ne dadgeriya serbixwe û bê alî, ne jî Serokatiya Karên Diyanetê bersiva pêwîst nedane. Tinekirina cihên ku weke nirxên hevpar ên mirovahiyê tên dîtin, ne tenê êrîşek li dijî gelên Kurdistanê ye, di heman demê de êrîş li hemberî tevahiya malbata mirovahiyê ye."

BANGA LI AKP Û DERDORÊN DEMOKRATÎK

KJA'yê herî dawî ev bang kir: "Em careke din dibêjin ku em ê di têkoşîna xwe ya mirov û mirovbûyînê de israr bikin. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku tavilê van polîtîkayên xwe yên şîdetê yên li hemberî nirxên manewî, ku cihê xwe di bawerî, hiqûq, exlaq û wijdanê de nîne biterikîne û gotina 'Mirov bi mafên bingehîn û azadiyan mirov in' bibîr dixînin. Em bang li hemû derdorên demokratîk û hestyar dikin ku ji bo parastina nirxên însanî li hev bicivin û piştgiriyê bidin hev."