Bêrîtan li Danîmarkayê ji aliyê jinan ve hat bîranîn
Ji gerîlayên efsanewî Bêrîtan li bajarê Valbyê hat bîranîn.
Ji gerîlayên efsanewî Bêrîtan li bajarê Valbyê hat bîranîn.
Ji gerîlayên efsanewî Bêrîtan li bajarê Valbyê hat bîranîn.
Li bajarê Danîmarka Valbyê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.
Merasîma bîranînê ya ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komeleyê Zelîha Tîtrekî axivî û got, "Di şexsê şehîd Bêrîtan de em hemû şoreşgerên jin ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, şehîdên Cotmehê û herî dawî yên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em ê di xeta Bêrîtan de bimeşin."
Di bîranînê de jiyana Karataş hat vegotin, helbest hatin xwedin û strana 'Bêrîtan' hat gotin.