PAJK: Bêrîtan xeta jinê ya azad e
Koordînasyona PAJK'ê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de 'şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Bêrîtanbûyîn perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e."
Koordînasyona PAJK'ê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de 'şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Bêrîtanbûyîn perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e."
Koordînasyona PAJK'ê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de 'şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Bêrîtanbûyîn perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e."
PAJK'ê di daxuyaniya xwe de, ji bo şoreşgerên jin ên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dan got, "Girêdana Jin Jiyan Azadî, li zemîna têkoşînê ya Azadiya Jinê ya Kurdistanê, bi ked û hewldaneke mezin, bi sekna têkoşer û tevkariya xwe, afirandin."
Koordînasyona PAJK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan de, hemû 'şehîdên şoreşê' bibîr anî.
BÊRÎTAN XETA JINA AZAD E
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gulnaz Karataş yanî Bêrîtan, xeta berxwedanê ya PAJK'ê ye û hat gotin, "Xeta jina azad e. Li dijî teslîmiyetê, li dijî her şêwe paşverûtiyê, li dijî sekna jinê ya koledar, seka jinê ya zane, bi rûmet, serbilind, xwedî vîn û berxwedêr e. Navê tovê cîhaneke nû û azad e, ku rê li ber milîtaniya jinê ya azad vedike. Bêrîtanbûyîn li ser vê bingehê perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e."
PAJK Û PKK PARTIYÊN ŞEHÎDAN E
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "PAJK û PKK partiyên şehîdan e. Di nava şehîdên partiya me de, şehîdên leheng û fedaî yên ji hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hene."
Koordînasyona PAJK'ê got, "Her hevrêyên me yên şehîd, di şexsê xwe de rastiya çand û gelê xwe gihandie nava têkoşîna azadiyê û têkoşîna me veguherandiye zemîna biratiya gelan a rasteqîn. Ji Gulnaz Karataş heta Canda ya Tirk, ji Rojbîn a Ereb heta Hêlîn a Çerkez, ji Ronahî ya Elman heta hevrê Meryem, ji Arîn Mîrxan heta Rêvan Kobanê, ji Şîrın Elemhûlî heta Viyan Caf, mîna kulîlkên rengîn, çanda têkoşîn û jiyana bi hev re, sekna xwe ya bi rûmet û berxwedêr afirandin."
Koordînasyonê, di şexsê cangoriyên meha Cotmehê de, hemû mirovên di rêya aştî, biratî û demokrasiyê de berî û piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin qetilkirin bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê fedaiyên xeyalên wan bin.
AKP'Ê BI ŞER BERSIV DA BÊÇALAKÎTIYÊ
Di dewama daxuyaniyê de bûyer û qewimînên rojane hatin nirxandin û hat ragihandin ku Erdogan û partiya wî AKP bi şerekî dijminane bersiv daye biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê.
PAJK'ê da zanîn ku her çend 15 roj jî di ser vê biryarê re derbas bûye, hînê êrîşên ji bo tinekirinê, operasyon û komkujî dewam dikin û got, "Tevî hemû operasyon û êrîşan, weke Tevgera Jinê ya Kurdistanê bi sebreke mezin em li gorî biryara bêçalakîtiyê tevdigerin. Di rewşeke ku hêz û vîna me ya berxwedanê di asta herî bilind de ye de, tevgera li gorî pozîsyona bêçalakîtiyê zehmet e lê dîsa jî em li gorî wê tevdigerin. Divê her kesên ev bang li me kirine, vê baş bizanibe û wateyê bide vê. Lewma hêzên Tirkiyeyî û navneteweyî yên banga bêçalakîtiyê kirin, wezîfeyên xwe bi cih bînin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera 23. a şehadeta wê de em hevrêya xwe Şehît Bêrîtan careke din bibîr tînin û ji bo dilsoziya bi xeta wê re, di pêşengiya jinê de gelê me wê li ber xwe bide û pêngava rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad bi serketinê tacîdar bike."