'Meşa li ser şopa Bêrîtanan wê bibe bersiv ji pêvajoyê re'

Delal Amed di merasîma leşkerî ya bîranînê de got, "Meşa li ser şopa Bêrîtanan wê bibe bersiv ji wezîfeyên demê re û wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê misoger bike."

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera 23. a şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn. Delal Amed di merasîma leşkerî ya bîranînê de axivî û got, "Meşa li ser şopa Bêrîtanan wê bibe bersiv ji wezîfeyên demê re û wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê misoger bike."

Di merasîma bîranînê de ji Fermandarên YJA Starê Delal Amed, Nalîn Dilpak, Pelşîn Koçgirî, Zozan Çarçela û Edesa Dêrsim amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Delal Amed peyivî û got, "Israra di xeta Bêrîtan de, israr di afirandina jiyana azad û pêkanîna azadiya Rêber Apo de ye."

'JINÊN KURD WÊ XETA TESLÎMIYET Û XIYANETÊ QEBÛL NEKIN Û LI BER XWE BIDIN

Amed diyar kir ku Bêrîtan bi sekna xwe re li dijî xeta teslîmiyet û xiyanetê derket û got, "Hevrê Bêrîtan nîşanî me da ku ji bo jiyaneke azad divê jinên Kurd li ber xwe bidin. Û ji ber vê yekê wê jinên Kurd xeta teslîmiyet û xiyanetê qebûl nekin û li ber xwe bidin. Rêber Apo di perspektîfa xwe de destnîşan kir ku divê jinên Kurd di xeta Bêrîtan de bin, bi artêşbûyîna jinê, bi rêxistinbûyîna gerîlatî re li dijî hemû êrîşan bibin bersiv."

YJA STAR WÊ RÊXISTINBÛYÎNA XWE LI TEVAHIYA KURDISTANÊ BIDOMÎNE

Amed anî ziman ku ji dema şehadeta Gulnaz Karataş û vir ve gerîlayên jin ên Kurd xwe li tevahiya Kurdistanê bi rêxistin dikin û destnîşan kir, ku ji bo şikandina êrîşên li hemberî jinan û ji bo nîşandana sekna azad a jinên Kurd, YJA Star wê rêxistinbûyîna xwe ya li Kurdistanê bidomîne. Tevî vê yekê li Rojavayê Kurdistanê YPJ'ê xwe weke artêşeke jinê bi rêxistin kir û li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da. Di heman demê de îro li Şengalê jinên me yên Êzidî yên li Şengalê di bin navê YPJ-Şengalê de li ber xwe didin. Li Rojhilat jî jinên Kurd xwe bi rêxistin kirine, hêza xweparastinê ava kirine û li dijî rejîma Îranê ji bo afirandina jiyana azad di nava hewldanan de ne."

Amed got, "Xeta Bêrîtanan û pêla berxwedanê ya Ekînan wê şoreşa Kurdistanê misoger bike" û da zanîn ku wezîfeya esasî ya jinên Kurd a di vê pêvajoyê de azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Amed ev peyam da: "Bi wesîleya salvegera şehadeta Hevala Bêrîtan em soza xwe dubare dikin. Xet û şopa Şehîd Bêrîtan, ji bo bicihanîna wezîfeyên demê ji bo me firsendek e. Ji bo bersiv ji wezîfeyên serdemê re were dayîn, ji bo afirandina jina azad ev gelekî girîng e. Şehîd Bêrîtan nîşan da ku bê şer, bê berxwedanê, jiyana azad nepêkan e. Jiyaneke ne azad jî ne bedew û ne watedar e. Ji bo bedewkirin û azadkirina vê jiyanê, em ê rola dikevin ser milê xwe bi cih bînin. Israr di xeta Bêrîtan de israr di azadiya Rêber Apo de ye."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...