Ozturk: Divê sosyalîst li gel Kurdan cih bigirin

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk diyar kir ku hewl didin bi polîtîkayên qeyûman hêza desthilatdariyê di destê xwe de bigirin û  û got: "Divê sosyalîst bi awayekî eşkere li gel Kurdan cih bigirin.”

Desthilatdariya AKP-MHP'ê 7 meh piştî hilbijartinên xwecihî dîsa bi polîtîkayên qeyûman şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dester dike. Piştî Şaredariya Colemêrgê, di 31’ê Cotmehê de şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê, di 4’ê Mijdarê de jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, şaredariyên Elîh û Xelfetiyê destser kir. Gel li hemberî destserkirina vînê li ber xwe didin.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk li ser desteserkirina vîna gel û nîqaşên demên dawî de tên kirin de ji ANF'ê re axivî. Ozturk diyar kir ku desthilatdarî her çiqas nexwaze pirsgirêka Kurd çareser bike jî êdî çareserî hatiye ber derî û wiha got: “Desthilat dixwaze xwe weke ku wê pirsgirêkê çareser bike bide xuyakirin. Dibe ku tişta ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dike ev be. Her çend aliyên wê yên nayên qebûlkirin jî hebin jî, Devlet Bahçelî weke baskê desthilatdaran xwe mecbûr dibîne ku vê pêşniyarê bike.

Dikare bê gotin ku ew vê yekê weke mijareka berfirehtir a ‘hebûnê’ dibîne. Lê belê, baskê duyemîn ê desthilatdariyê ne di wê merheleyê de ye ku rewşê weke pirsgirêkeke wisa berfireh a ‘hebûnê’ bibîne û li gorî wê tevbigere. Bi îhtimaleke mezin, sepana qeyûman rêgeza baskê duyemîn e. Pirsgirêka Kurd di çi rewşê de be bila bibe, desthilatdarî qeyûman weke serweriyê û bidestxistina hêzê digire dest. Wer xuyaye ku wê vê yekê bidomîne.”

GEL VÊ SIYASETA ZORDAR BAŞ NAS DIKE

Ozturk ê ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina yên li Kurdistanê bû, anî ziman ku wî li Merdîn, Elîh û Xelfetiyê hêrsa gel dîtiye û wiha domand: “Deshilatdarî bi polîtîkaya qeyûman demokrasiyê binpê kir. Ev berdewamiya nenaskirina qanûn, hiqûq û Destûra Bingehîn e. Cihên ku rêveberiya xwecihî hatine desteserkirin, gel siyaseta zordar a desthilatdariyê baş nas dike. Bi dehan sal in li hemberî vê zordariyê têkoşîna rûmet û demokrasiyê dimeşîne. Gel li hemberî destserkirinê bi israr li ber xwe dide û şermear dike. Parastina şaredariyên gel erka me hemûyan e.”

‘JI BO TÊKOŞÎNA DEMDIRÊJ PÊWÎSTÎ BI TIFAQA DAÎMÎ HEYE’

Ozturk da zanîn ku divê sosyalîstên Tirk li hemberî qeyûman li gel Kurdan cihê xwe bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê parastina gelan û parastina diyarkirina çarenûsa neteweyan hebe. Li welatê me du pirsgirêkên mezin hene: Yek pirsgirêka çînan û ya din jî pirsgirêka Kurd e. Divê sosyalîst vê yekê bi awayekî eşkere bibêjin. Erka sosyalîstan a li hemberî qeyûman di parastina gelê Kurd de derbas dibe. Ji bo birêxistinkirina têkoşîneke demdirêj û komkirina hêzê divê di navbera tevgera Kurd û sosyalîstan de têkilî û saziyên îtifaqî yên daîmî bên avakirin. Ya ku wê îro û pêşerojê azad bike ev e.”