Weqfa Jina Azad a Rojava hevdîtinên xwe yên li Londonên dewam dike

Nûnerên Weqfa Jina Azad a Rojava, li paytexta Îngilîstan Londonê bi parlamenterên jin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistinên Jinan ên Femînîst û gelek saziyan re re hevdîtin kir.

Di hevdîtinên ku nûnera Weqfa Jina Azad a Rojava ya Navneteweyî Meîke Nack lê amade bû de, li ser xebatên weqfa jina azad û sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava agahî hat dayîn. 

Hevdîtina destpêkê bi komek ji parlameteran re pêk hat ku di nav de parlamenterên Îngilîz Joan Ryan û Cahterîne West amade bûn. Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê, Nûnerên KNK'ê û nûnerên Weqfa Jinê ya Roj jî beşdarî hevdîtina li parlamenta Îngilîstanê bûn.

Nûnera Weqfa Jina Azad Meîke Nack di civînê de li ser xebatên xwe pêşkêşkiyek kir û ji parlamenterên Îngilîz xwest ku hîn bêhtir bi berpirsyarî nêzî Rojava bibin. Nack bal kişand ser ambargoya li ser Rojava û anî ziman ku ev ambargo jin, zarok bandoreke neyînî li her kesî dike.

Nûner Meîke Nack li ser xebatên xwe yên li Londonê agahî da ajansa me û da zanîn ku sê rojan wan civînên berhemdar pêk anîne. Nack got, "Dİ serî de parlamenterên jin ên Îngilîz me bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, saziyên mîna Femînîst Trûst û Trade Ûnîon re hevdîtinên berhemdar pêk anîne. Di van hevdîtinan de heta ji me hat, me rewşa giştî ya li Rojava û xebatên weqfa xwe vegot. Di hevdîtinan de tevî bendewariyên xwe me ji bo projeyên xwe jî destek xwest."

Nûnera Weqfa Jina Azad Meîke Nack, piştî hevdîtinên sê rojan, duh êvarê li Zanîngeha SOAS'ê di panelekê d eaxivî.

Weqfa Jina Azad a Rojava, bi Weqfa Jinê ya Roj a li Îngilîstanê, International Free Women Foundation a li Hollanda û saziya jinan a li Elmanyayê ya bi navê Silava re dixebite. Agahiyên berfireh ên li ser xebatên weqfê ji navnîşanên www.weqfajinaazad.org an jî  [email protected] dikarin bên peydakirin.

...