Gerîlayên berê yên Nepalî, şervanên YPJ’ê yên li Kobanê şer dikin silav kirin. Di nameya ku ji YPJ’ê re hat nivîsandin de wiha hat gotin: “Asta hişmendiya we parve kiriye cesareteke mezin daye hevalên me yên jin û ew di asteke zêde de motîve kirin.”
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 25 kewçêrê 2015, 12:11
Seroka Tevgera Jinên Şoreşger a Nepal (ANWA) Amrîta Thapa, ji şervanên YPJ’ê name şand.
Di destpêka nameyê de wiha tê gotin: "Navê min Amrîta Thapa. Min di nav Hêzên Rizgariya Gel a Çekdar a li Nerpalê di asta rêveberiyê de cih girt. Di pêvajoya aştiyê de wek parlamenter hatim hilbijartin û min di meclîsa damezrîner de cih girt. Niha jî ez wek Seroka Seroka Tevgera Jinên Şoreşger a Nepal (ANWA– Revolutionary) wezîfedar im.
'WE CESARETEKE MEZIN DA HEVALÊN ME YÊN JIN'
Di nameyê de ev xisûs hat diyarkirin: "Bi qasî ku ez dizanim û ji tevgera we fêr bûm, têkoşîna rizgariya neteweyî ya demeke dirêj e tê meşandin li Kurdistanê pêşketinên girîng çêkir. Di pêvajoya amadekariyên Konferansa Jinên Cîhanê de me hevalên jin ên ji tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyên we têkoşîna we çawa pêş dikeve bi awayekî bi detay ji me re vegotin. Bi terzê mîlîtanî meşandina têkoşînê û rola jinan a di nav de em pir bandor kirin. Piştî panela hevrêyên we ya têkildarî Tevgera Jinên Kurd rêveberên partiya me û nûnerên rêxistinên jinan hatin gel hev û tiştên em fêr bûn me ji wan re vegot. Em dizanin ku jinên li Kurdistanê destketiyên mezin bi dest xistine, di nav tevgerê de ji bo wekheviyê têdikoşin û gihiştine pozîsyonên pir girîng. Li gel têkoşîna ji bo neteweya demokratîk em fêr bûn ku tevgereke azadiya jinê ya xurt pêş ketiye. Ji bo kadroya lîder a bi tecrûbe ya partiya me xisûsa herî bal kişand ev bû. Ji ber ev nuqte ji bo pergala serwer a zilam a li Nepalê jî pir girîng e. Têkildarî vê mijarê wek tevger ev asta hişmendiyê ya we bi me re parve kir cesareteke mezin da hevalên me yên jin û ew di asteke zêde de motîve kirin.”
Thapa diyar kir ku tevî rêzikên tund ên têkoşîna azadiyê jî, asta hişmendî û rêxistinbûnê pêş ketiye û wiha dewam kir: "Pêwîst e em van astên ku ji bo pêşerojê xwedî qîmetên mezin in pêş bixin. Em xwedî rûmeteke mezin in ku ji bo kesên mafên wan tên înkarkirin û rastî zextan tên têkoşînê dikin û di vê zemînê de têkoşîneke hevpar dimeşînin."
'SERKETINA DAWÎ BI RAKIRINA ZEXT Û MÊTÎNGERIYÊ DIBE'
Di nameyê de ji bo şervanên YPJ'yî hat gotin, "Têkoşîna me derseke gelekî girîng da me" û ev xal hat destnîşankirin: "Piştî serketina têkoşîne çekdarî, me dît ku di avakirina neteweya demokratîk a li Nepalê de jî rol û wezîfeyên girîng dikevin ser milê me. Serketina têkoşîna çekdarî ti carî serketina dawîn nîne. Serketina dawîn bi rakirina zext û mêtîngeriyê re dikare bi dest bikeve. Serketina me dikare ji destê me biçe. Dijminên me dikarin careke din bên ser desthilatdariyê û mafên me ji me bistînin. Ji ber vê yekê, weke tevger divê em kar û xebatên xwe bidomînin. Û ji ber vê yekê, hêzên milîtan ên şoreşger ên rêxistinan, divê hem serketinê bi dest bixin, hem jî ji bo parastina vê serketinê têbikoş in. Ji dil dixwazim ku tevgera Kurd di vê têkoşînê de bi ser bikeve. Hêvî û bendewariya min ev e."
'EM Ê DI 2. KONFERANSA JINAN A CÎHANÊ DE LI HEV BICIVIN'
Nameya ji aliyê Seroka Tevgera Jinên Şoreşger a Nepalê Amrîta Thapa ve hat nivîsandin, bi van gotinan bi dawî bû:
"Ji dil dixwazim silav û hurmetên xwe pêşkêşî şervanên jin ên Kurd bikim. Hêvîdarim em ê di 2. Konferansa Jinan a Cîhanê de ku wê li welatê me Nepalê pêk were, ji nû ve li hev bicivin. Ji niha ve em bi coş û kelecan in, ku em ê we bikin mêvanê xwe û der barê tevgera we de hîn bêhtir tiştan hîn bibin. Em bawerin, ku hemû hemû jinên beşdarî konferansê bibin, wê piştigiryê bidin tevgera we ya şoreşger."