Ronahî: Ji bo xwedîderketina li vîna xwe divê jin deng bidin HDP'ê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bi xurtî vîna jinê bişînin parlamentê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bi xurtî vîna jinê bişînin parlamentê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bi xurtî vîna jinê bişînin parlamentê. Ronahî bang li jinan kir ku ji bo xwedîderketina li azadî û vîna jinê, deng bidin HDP'ê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî ev bang kir:
"Nêzîkatî û tercîha jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ya di vê hilbijartinê de, ji bo pêşeroja Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî roleke diyarker e. AKP bi salan hewl da jinên li Tirkiyeyê bi zîhniyet û hişmendiya mêr re bike hevparên polîtîkayên AKP'ê. Di demên bihurî de di vî warî de hinekî bi ser jî ket. Lê belê di pêvajoya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tercîha xwe bi awayekî rast bikin, ketin nava hewldanên mezin.
Bi taybetî li gorî anketên di dema dawî de hatin kirin û qewimînên dema dawî, rêjeya jinên ku deng didin AKP'ê gelekî kêm bûye. Bi rastî jî ev gelekî girîng e. Hem jinên li Tirkiyeyê, hem jinên li Kurdistanê, hem jî jinên Ermenî, Asûrî, Tirkmen divê rastiya AKP'ê baş bibînin û ji bo sekinandina vê rêveçûnê, girîng e tercîha xwe rast bikin.
Li Tirkiyeyê ji aliyê qebûlkirina vîna polîtîk, vîna jinê û polîtîkayên li der barê jinê de ti pêşketineke erênî nîne. Ji aliyê temsîliyeta wekheviya jin û mêr, nîşandana vîna jinê ve, hejmara namzetên jin ên nava AKP, CHP, MHP'ê li holê ye. HDP'ê bi rêjeyeke bilind, di asteke nêzî nîvî de namzetên jin nîşan da. Ji bo mîna partiyeke jinê rola xwe bilîze nêzîkatiyek nîşan da, vîna xwe destnîşan kir. Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dîtina vê rastiyê re, girîng e bidin dû namzetên HDP'ê, destekê bidin têkoşîna wan û ji bo vîna azad a jinê li parlamentê were temsîlkirin, di hilbijartinê de tercîheke rast bikin. Pêwîste were zanîn ku bi tercîheke rast re wê vîna jinê xwe li parlamentê bide der. Eger jin vîna xwe ya azad ji bo HDP'ê bi kar bînin û dengên xwe bidin HDP'ê, wê rewşa jinê ya li Tirkiyeyê biguhere.
Ji ber vê yekê, jinên ji her gelî pêwîste di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de tercîha xwe rast bikin, dengên xwe bi awayekî rast bi kar bînin û dengên xwe biparêzin. Ez bawerim ku di nava mehên dawî de polîtîkayên AKP û Erdogan ji aliyê jinên Tirkiyeyî ve bi têra xwe hatine dîtin.
Ji bo pûçkirina van polîtîkayan çûyîna ser sindoqan û pêkanîna tercîha rast gelekî girîng e. Li ser vê bingehê, ji bo em vîn, nêrîn û armancên xwe yên azadiyê weke jin bikin yek, pêwîste deng ji HPD'ê re were dayîn û ev hilbijartin di vî warî de firsendeke dîrokî ye. Ji hemû jinan re serketinê dixwazim û bawerim ku jin wê rola xwe bi xurtî bilîzin bi xurtî namzetên xwe bişînin parlamentê."