'Li dijî qirkirina jinê em xwe li her qadê bi rêxistin bikin'
Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppetalê, Coûrage, SKP, MLPD, IG-Metaller, Karawane û Jinên koçber li Navenda Civaka Demokratîk panela bi mijara 'li dijî qirkirina jinê em xwe li her qadê bi rêxistin bikin' lidar xistin.
ANF
WÛPPERTAL
yekşem, 25 kewçêrê 2015, 09:28
Konferans di bin sê serenavên bingehîn de pêk hat. Di konferansê de mijarên; şervanên azadiyê yên jin ên li Rojava, rewşa jinên koçber û Konferansê ya Cîhanê ya sala 2016'an hatin nirxandin. Li ser navê Karawane Gulay Goçmen mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser pirsgirêkên jin pê re rû bi rû ne. Goçmen destnîşa nkir, k jin neçar in li her qada jiyanê têbikoş in û got, "Jin çi li eniyê şer bike, çi jî ji bo xwe li jiyanê bigire têbikoş in, eger vê yekê bi hişmendiya rêxistinbûyînê bike, wê li her derê bi ser bikeve."
Li ser navê Buroya Aştiyê ya Jinê CENÎ jî Songul Talay peyivî û berxwedana Kobanê û şoreşa jinê ya li Rojava nirxand. Talay anî ziman ku ti destketî ji ber xwe ve dernakeve holê, berxwedaneke bêhempa hatiye nîşandan û destnîşan kir, ku ev hemû destketî bi perpektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirîn e. Talay da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye ronahiya hêviyê. Talay bal kişand ser hovîtiya li Şengalê hat kirin û got, "Em jin, hesap ji artêşa barbaran DAIŞ'ê dipirsin û em ê her hesap jê bipirsin."
Di axaftina li ser navê Coûrage de bal hat kişandin ser girîngiya Konferansa Jinê ya Cîhanê ku wê di sala 2016'an de li Nepalê were lidarxistin. Qiseker destnîşan kir ku Konferansa Jinê ya Cîhanê, vîna hevpar û xwerêxistinbûyîna hemû jinên cîhanê ye.