Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ji aliyê TJK-E ve tê meşandin

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, vê hefteyê ji aliyê jinên endamên TJK-E ve tê meşandin.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, vê hefteyê ji aliyê jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê meşandin.

Çalakiya ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî ev 1.220 roj in bênavber dewam dike. Di hefteya 175. a çalakiya nobedê de, jinên TJK-E'yî li cihê çalakiyê ne.

Endamên koma çalakger rojane bi dehan mirovan re diyalogê çêdikin û li ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahiyan didin.

Di daxuyaniya li ser navê koma çalakger de Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn û hat ragihandin ku xwedîderketina li mîrateya cangoriyan, wezîfeya wan e.

'DI 1'Ê MIJDARÊ DE DENGÊN XWE BIDIN HDP'Ê

Di daxuyaniyê de ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî bang hat kirin û hat gotin, "Partiya siyasî ku vîna jinê herî baş nîşan dide, HDP ye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê, ji bo definkirina AKP'ê di sindoqan de, girîng e bi xurtî tevlî dengdayînê bibin û destekê bidin HDP'ê."

Her wiha bang li Kurdistaniyên li Ewropayê jî hat kirin, ku bi xurtî xwedî li çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê derkevin.

...