YJA Star: Bêrîtanbûyîn, azadbûna Kurdistanê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Gelê Kurd ê bûye Bêrîtan, tê wateya Kurdistana azad e."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Gelê Kurd ê bûye Bêrîtan, tê wateya Kurdistana azad e."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Ev ruhê ku li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojava û Bakur bi pêş ketiye, ruhê şer û berxwedanê yê hevrê Bêrîtan e. Ji ber vê yekê em dibêjin; Bêrîtanbûyîna gelê Kurd tê wateya Kurdistana azad".
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi daxuyaniyeke nivîskî, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şexsê fermandara xwe ya nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên meha Cotmehê, hevrêyên xwe Ekîn, Destan, Evîndar, Amara, Êrîş Andok, Tolhildan, Harûn, Baran ên di Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a 2015'an de gihîştin şehadetê û hemû hevrêyên xwe yên leheng ên şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin.
Ji bo me her roj, her me watedar û girîng e. Ji ber ku di her roj û mehan de me bi hezaran hevrêyên xwe yên bedew ber bi karwanê nemiran oxir kirine. Meha Cotmehê jî meheke bi vî rengî ye. Bi taybetî, ji ber girîngiya Şehîdên Cotmehê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinê, ev meh bêhtir girîng e. Ji Bêrîtanan heta Gûrbeteliyan, ji Kurdêyan heta Saryayan, ji Meryeman heta Destanan, bi dehan, bi sedan şehîd hene."
Fermandariyê got, "Hevrê Bêrîtan a di 25'ê Cotmeha sala 1992'an de gihîşt şehadetê, bûye fermandarek bêemsal ku nîşanî tevahiya cîhanê daye; ji bo azadî û bedewiyê berdêl divê, yekane rêya xwegihandina jiyana watedar, şer û têkoşîn e" û wiha dewam kir:
"Artêşbûyîna jinê ya azad, ku di roja îro de mezin bûye û di şerê maf ê mirovahiyê de roleke girîng dilîze, bi hevrê Bêrîtan re afiriye. Bi awayekî vekirî nîşan daye ku rêbaz û taktîka şer a bi rêngê jinê rê li ber destketiyên çiqasî mezin vedike û cudahiya di navbera şerê ji bo azadiyê tê dayîn û şerê bi zîhniyeta serdest a mêr de, radixistiye pêş çavan. Vê sekin û nêzîkatiya wê ya di şer de, gelekî bandor li Rêberê me ku hevrêyê herî mezin ê jina azad e, kiriye. Rêber Apo mîna her carê, dilsoziya xwe ya bi şehîd re bi awayê herî watedar nîşan daye û artêşbûyîna jinê afirandiye. Eger gelê Kured îro li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat têkoşîneke azadiyê ya bêemsal dimeşîne, bêguman ev yek bi saya nirxên ji aliyê jinên Kurd ve hatiye afirandin e."
Fermandariya YJA Starê da xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê ji roja destpêkê heta niha, her tim rastî êrîş û hewldanên tinekirinê hatiye. Fermandariyê ragihand, ku yên li pêşberî berxwedêriya çil salan a PKK'ê bi ser neketin, îro dîsa êrîşan pêk tînin û got, "Rêyên ku ev çil sal in hatine ceribandin, îro bi awayekî hîn bêhtir hovane tên ceribandin. Pêngava Rizgariay Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, bûye tirsa herî mezin dijmin. AKP a veguheriye DAIŞ'ê, di vê pêngavê de gelekî li ber xwe dide û xwe diparêze dît. Gelê Kurd nîşan daye ku wê ti carî serî li ber artêşa TC a faşîst û dîktatoriya AKP'ê netewîne û berdêla xwe çi dibe bila bibe, ew ê bide. Ev ruhê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava û Bakur afirîn, ruhê şer û berxwedanê yê hevrê Bêrîtan e. Ji ber vê yekê em dibêjin; Bêrîtanbûyîna gelê Kurd tê wateya Kurdistana azad".
GIRÎNG E ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DI XETA BÊRÎTAN DE LI BER XWE BIDIN
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Faşîzma AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi awayekî mezin têk çû. Dixwaze tola vê têkçûna xwe ji tevgera me ya azadiyê û gelê me hilîne. Desthilatdariya AKP'ê hêrsa xwe bi şêweyê herî gemarî û hovane nîşan dide. Çi jin çi jî zarok, kî li ber xwe dide wan qetil dike û heta êrîşî şehîdên me dike. Sedema bingehîn a êrîşa li hemberî şehîdên me, tirsonekiya wan e. Ji ber ku egîd mehkûmî jiyanê, tirsonek jî mehkûmî mirinê ne.
YJA Star artêşa jiyana azad a ji aliyê bi hezaran jinên evîndarên azadiyê yên weke Bêrîtan ve hatiye afirandin e. Artêşa Gûrbeteliyan, Meryeman, Rotîndayan, Hêlînan, Çîçekan, Ekînan, Destanan û Delîlayan ên ji bo azadiyê ketine hembêza axê, ye. Her şervaneke YJA Starê, bi eşqa têkoşîna bedewiyan re tevlî pêngava azadiyê dibin. Artêşa jinê ku bi şervanên xwe yên sozdarên azadiya gelê Kurd û Kurdistanê roj bi roj mezin dibe, ji bo mirovahî, edalet, maf, exlaq û azadiyê şerekî bêeman dimeşîne.
Ji bo serketina vî şerî, têkoşîneke bênavber divê. Ji ber vê yekê ji 7 heta 77 salî divê her ferdên gelê Kurd tevlî pêngava azadiyê bibin. Bi taybetî, divê jinên ciwan şerê xweparastin û vîna xwe bimeşînin, xeta Bêrîtan her timî û li her cihî bidin jiyîn.
Weke Artêşa Jinên Azad YJA Star em bang li hemû ciwanan û jinan dikin ku di xeta Bêrîtan de têbikoş in. Girîng e çar aliyên Kurdistanê di xeta Bêrîtan de de li ber xwe bidin, bi Bêrîtanbûyînê re serhildana azadiyê bi ser bixînin."