Koln li benda Kurdistanî û dostên wan e

Amadekariyên mîtînga mezin ku wê sibê bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Kolnê bê lidarxistin bi dawî bû. Kurdistanî û dostên wan wê sibê careke din li Qada Deutzerê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî” de wê sibê li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng û meşekî mezin were lidarxistin. Di çalakiya ku ya ewil di 17’ê Sibatê de pêk hat, Kurdistanî û dostên li Kolnê bi girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Tevahiya salê di çarçoveya pêngavê de bi çalakiyên li seranserê cîhanê û Kurdistanê, Rêber Apo di 23’ê Cotmehê de bi biraziyê xwe, Parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Apo di vê hevdîtinê de gelê Kurd silav kir û destnîşan kir ku tecrîd hê jî dewam dike.

LI KOLNÊ AMADEKARIYÊN DAWÎ

Kurdistanî û dostên wê sibê careke din li Kolnê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Her wiha wê silava Rêber Apo bê girtin û peyama, “Rêber Apo muxatabê pirsgirêka Kurd e” bê dayîn. Xebatên ku çend hefte ne li seranserê Ewropayê dewam dikin, bi dawî bûn. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi derfetên xwe vê êvarê hatin bajêr, li otel û malên xizmên xwe bi cih bûne. Yên li bajar û welatên dûr jî ji bo siharê li Kolnê bin bi rê dikevin. Navên ku wê sibê li mitîngê biaxive, hunermend û endamên komîteya amadekar jî amadekariyên xwe yên dawî dikin. Kedkarên çapemeniyê ku çalakiyê bişopînin jî ji bo amadekariyên xwe yên dawî bikin gihiştin bajêr.

OMER OCALAN WÊ DI MÎTÎNGÊ DE BIAXIVE

Komîteya amadekar li Deutzer-Werf ku wê çalakî lê bê lidarxistin, amadekariyên xwe yên dawî qedand. Tedbîrên pêwîst ên ji bo dikê û qada mîtîngê tên girtin.  Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, wê sibê di saet 10:00’an de li Deutzer-Werf bicivin. Di saet 12:00’an de piştî meşa bi qasî 3 kîlometreyan li rêgeha Deutzer Werf-Pîra Severins- Am Leystapel-Deutzer Brucke, tê plankirin ku di saet 14:30’an de cardin bigihîjin Deutzer-Werfê.

Di mîtîngê de wê Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan biaxive ku di 23’ê Cotmehê de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anî.