UTAMARA penaberên jin hewand

Penaberên jin, sê rojan bûn mêvanê UTAMARA.

Penaberên jin, sê rojan bûn mêvanê UTAMARA.

Di çarçoveya Projeya Dayikên Penaber a Komeleya Lûdwîgshafen Baff e.V. de, bi qasî 10 jin tevî zarokên xwe bûn mêvanê UTAMARA. Ji Jinên ji Somalî, Misir û Sûriyeyê re, di navbera 18-21'ê Cotmehê de li ser mijarên têkiliya dayik-zarokan, perwerdeya zarokan û sîstema perwerdeyê ya li Elmanyayê semîner hatin dayîn.

BANDORA ŞER A LI DAYIK Û ZAROKAN

Her wiha di nava van sê rojan de şert û mercên zehmet û şer ên welatên jin jê hatine, bandora van mercan li ser jin û zarokan hatin nirxandin. Ji jinan re hat vegotin ku li Elmanyayê kîjan derfetan bi kîjan awayî dikarin ji bo xwe û zarokên xwe bi kar bînin.

...