‘Bêrîtan li hemberî xiyanetê bû navê berxwedanê li hemberî mirinê bû navê jiyanê’
Gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a 25’ê Cotmeha 1992’yan jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medya ji aliyê gerîlayên YJA Star ve bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.
ANF
BEHDÎNAN
în, 30 kewçêrê 2015, 13:32
Gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a 25’ê Cotmeha 1992’yan jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medya ji aliyê gerîlayên YJA Star ve bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.
Berdevka Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat di merasîmê de der barê wate û girîngiya 25’ê Cotmehê axivî. Serhat got: “Hevala Bêrîtan li hemberî xiyanêt bû navê berxwedanê li hemberî mirinê bû navê jiyanê.”
Li Herêmên Parastinê yên Medya di merasîma leşkerî ya ji bo bîranîna gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) pêk hat gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Endamên Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat, Zeynep Efrîn, endama Meclîsa PAJK’ê Rojîn Hêja, ji fermandarên YJA-Star Derya Amed, Leyla Amed û gelek gerîlayên YJA-Star tevlî civînê bûn.
Bîranînê bi merasîma leşkerî destpê kir, Berdevka Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat, bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê û diyar kir ku bi boneya 25’ê Cotmehê tevahî şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Serhat wiha axivî: “Di têkoşîna azadiya jin de meha Cotmehê xwedî cihekî girîng e. Di hundirê vê mehê de gelek hevrêyên me yên bi nirx jiyana xwe ji dest dan. Bêrîtan, Canda Turk, Gûrbetellî Ersoz, Rojbîn Arap, Helîn Çerkez û Hevala Meryem, hevalên me yên fermandarên pêşeng bûn û me di vê mehê de winda kirin.” Serhat destnîşan kir bi meşa ser rêya şehîdan gihiştine roja tê de ne û wiha domand: “ Bêguman di pêşketina têkoşîna me û artêşbûyina jinê de rola hevala Bêrîtan pir girîng bû. Rêbertiya me diyariyek herî bi rûmet ji me re hişt, taca azadiyê ji bo me kir diyarî. Em jî bi rûmeteke mezin ve rakirina vê taca azadiyê didomînin.”
Serhat bi bîr xist ku polîtîkayên tinekirina gelê Kurd, 200 sal in didomin û wiha axivî: “Dijmin dixwaze van polîtîkayên xwe yên tinekirinê li ser jinan bidomîne. Ji bo vê jî Rêbertiya me şoreşa jinê pêş xist û got ku wê şoreşa Rojhilata navîn bibe şoreşa jinê.” Serhat anî ziman ku ji bo pêşxistina şoreşa jinê arteşbûyîn pêwîst e û wiha domand: “Hevrêya me Bêrîtan aşkera kiriye ku bê mirov çawa dikare bi Rêbertiyê re hevrêtiyê bike, çawa mirov dikare bibe mîlîtan, fermandariyek çawa pêwîst e. Hevala Bêrîtan ev mijar raxistiye ber çavan. Hevala Bêrîtan bi jiyana xwe, sekna xwe bû mîlîtanek mînak, her wiha li hemberî îxanetê jî bê ka Kurdên azad pêwîst e xwedî sekneke çawa bin jî bi fedakirina canê xwe nîşan da. Hevala Bêrîtan li hemberî îxanetê bû navê berxwedanê, li hemberî mirinê jî bû navê jiyanê.” Axaftina Serhat bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Her Bijî Şoreşa Azadiya Jinê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bi dawî bû.
Piştî axaftinan, xwepêşendanek muzîkal hat pêşkêşkirin, Koma Awazê Çiya derket dikê û di serî de xebatên xwe yên ser Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz, Zeynep Kinaci (Zîlan) ên PKK’yî, ji bo tevahî gerîlayên jin ên jiyana xwe ji dest dane stranên amade kiribûn, pêşkêş kirin. Merasîm bi gerandina govendan ve bi dawî bû.