Garzan: Berxwedana Kobanê bû roniya ku ji Rojhilata Navîn li cîhanê belav bû
Garzan, daxwaza ku 1’ê Mijdarê wek du pîrozbahiyan bê pîrozkirin kir û mîlyonên xwe amade dikin derkevin kolanan silav kir.
Garzan, daxwaza ku 1’ê Mijdarê wek du pîrozbahiyan bê pîrozkirin kir û mîlyonên xwe amade dikin derkevin kolanan silav kir.
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê ya axivî diyar kir ku berxwedana Kobanê bû roniya ku ji Rojhilata Navîn li cîhanê belav bû û behsa rengê yê di berxwedanê de kir. Garzan, daxwaza ku 1’ê Mijdarê wek du pîrozbahiyan bê pîrozkirin kir û mîlyonên xwe amade dikin derkevin kolanan silav kir.
Endama Konseya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan, bang li gelê ku xwe amade dike 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bike kir, diyar kir ku di şexsê Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de şehîdên demokrasî û aştiyê bibîr tînin û ev roj li hemû gelan pîroz kir.
Garzan anî ziman ku pênasekirina şoreş û berxwedana Rojava ne tenê di aliyê Tevgera Azadiya Kurd ji bo tevayî gelên Rojhilata Navîn wek dermanekî ye. Garzan wiha dewam kir: “Hemû gelên cîhanê xwedî li nirxên têkoşîna li Rojava û Kobanê derketin holê derketin.” Garzan diyar kir ku şoreş û berxwedan berhema gelan e û got: “Gelan rizgariya xwe di vê şoreşê de dîtin û jê bawer kirin.”
BERXWEDANA KOBANÊ JI BO HEMÛ GELÊN LI BER XWE DIDIN BÛ RONAHÎ
Garzan destnîşan kir ku Kobanê di erdnîgariya cîhanê de cihekî biçûk e û ev ruhê berxwdanê yê li derdora vê hatiye pêşxistin divê baş bê xwendin. Garzan got: “Berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên li ber xwe didin bû ronahî. Êdî Kobanê di erdnîgariya cîhanê de ne cihekî biçûk e bi meşaleya berxwedanê bû meşaleya ku hemû cîhanê ronî dike. Gel li derdora vê meşaleyê bûn yek.”
1’Ê MIJDARÊ DU PÎROZBAHÎ
Garzan anî ziman ku 1’ê Mijdarê hem li Tirkiye û Bakurê Kurdistan û hem jî li Rojava wê pîroz bikin û got: “Em ê 1’ê Mijdarê ji du aliyan ve pîroz bikin û bi vî awayî em ê bersivê bidin pergalê. Yanî em ê bi du wateyan bikevin vê rojê. Û em bawer dikin em ê di her du wateyan de jî bi ser bikevin. Kesên li ber xwe didin wê bi ser bikevin ji ber yên li vir li ber xwe didin gel in.”
FAKTORA KU BERXWEDANA KOBANÊ KIR SEMBOL TEVLÎBÛNA JIN E
Garzan diyar kir ku pêwîst e di Berxwedana Kobanê de aliyê ku pêşengiya jinê derxist holê neyê jibîrkirin û got ku di pêvajoya berxwedan û şoreşê de rengê jinê xwe da hîskirin.
Garzan da xuyakirin ku berxwedana jinê bi YPJ’ê re bû sembol û wiha dewam kir: “Sedem û faktora ku berxwedana Kobanê evqasî kir sembol tevlîbûna jinê ye. Ev bi hevrê Arîn Mîrxan re gihişt lûtkeyê. Bi sedan jin şehîd bûn. Li derdora bajarekî şoreşekê bedenên xwe kirin sîper. Ji jinên ciwan heta dayikan bi ruhekî fedayî yê mezin jin tevlî vê şoreşê bûn. Xeta sêyemîn a li Rojava esas hat girtin yanî di xeta paradîgmaya civaka demokratîk de herî zêde jinan rizgariya xwe dît. Li Kobanê wek pêkhênerên wê yên pratîk jinan pêşengî kir. Lê pêwîst e mirov jinên Rojhilata Navîn jî ji bîr neke. Ji jinên Asûrî, Ermenî, Suryanî, Ereb heta jinên cîhanê, jinên Tirkiyeyî hatin tevlî bûn. Jinên bi dirûşm û meşên xwe tevlî bûn hebûn. Kobanê bi berxwedana jinê wesfa xwe qezenc kir.”
Garzan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelên ku xwedî li Şoreşa Rojava û Berxwedan Kobanê derketin pîroz kir û got: “Berxwedana Kobanê ji bo azadî û demokrasiya sedsalê gavekî pir girîng e. Avêtina gavên vê dişopîne û ev gav bi gelên cîhanê re wek jinên Kurd em amade ne biavêjin. Ji bo gavên hê mezintir, em bang li jinên Rojhilata Navîn, jinên Tirkiyeyî, jinên cîhanê, kedkar, sosyalîst, anarşîst û femînîst dikin k udi van gavan de bi me re bibin yek. Hêviyên me li ser vê ne. Em dizanin em ne bi tenê ne.”