Bêrîtan li Yengîceyê hat bîranîn
Li bajarokê Yengîce yê navçeya Kerkûk Daqûqê ya Başûrê Kurdistanê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di salvegera 23. a şehadeta xwe de hat bîranîn.
Li bajarokê Yengîce yê navçeya Kerkûk Daqûqê ya Başûrê Kurdistanê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di salvegera 23. a şehadeta xwe de hat bîranîn.
Li bajarokê Yengîce yê navçeya Kerkûk Daqûqê ya Başûrê Kurdistanê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di salvegera 23. a şehadeta xwe de hat bîranîn. Di bîranînê de li ser jiyan û berxwedana Bêrîtan sînevîzyonek hat nîşandan.
Jinên li bîranînê axivîn diyar kirin ku Bêrîtan weke milîtaneke PKK'ê, li dijî sîstema kapîtalîst ji bo jinên Kurd û hemû jinên cîhanê pêşerojeke nû afirandiye. Dayika ji Daqûqê ya bi navê Feyroz Mihemed got, "Ez weke jineke ji Başûrê Kurdistanê, Bêrîtana azad bû bi rêzdarî û ji dil bibîr tînim. Ez gelekî hestewar bûm. Ji ber ku heta niha haya min ji jineke bi vî rengî tinebû. Naskirina Şehîd Bêrîtan ji bo me rê li ber hestên cuda vekir. Ne tenê ez, her kesên niha li vê derê berxwedana bi heybet a Bêrîtan bihîstin, gelekî bi bandor bûn."
'EM JÎ AMADE NE MÎNA BÊRÎTAN JI BO WELATÊ XWE ŞER BIKIN'
Feyroz di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Bêrîtan, destnîşan kir ku wê ji bo ax û welatê xwe şer kir û got, " Ez di wê baweriyê de me ku jinên Kurd wê armanca û xeta Bêrîtan li her cihî bidin jiyîn. Dema cara yekemîn min Bêrîtan bihîst ez pê serbilind bûm. Ew bi rastî jî rûmeta gelê Kurd e. Girîng e em jin xwe ji binê zext û zordariya mêr rizgar bikin. Ji bo vê jî divê em têbikoş in. Jinê Kurd îro li her derê vê dike. Ruhê azadiyê yê Bêrîtan êdî li her derê ye. Divê her kes bi vê zanibe."
Feyroz da xuyakirin ku divê ew êdî destûrê nedin qetilkirina jinan û got, "Yê ku li her qadê zextê li jinê dike, mêr e. Pêwîste di vî warî de em xwe zana bikin. Azadî ancax bi vê hişmendiyê dikare bi pêş bikeve."