Rapora Jinê ya NY: Tevlî 'başbûnê' jî, em hînê gelekî dûrî armanca wekheviyê ne

Di 6. Rapora Jinê ya Cîhanê de, ku ji aliyê Daîreya Karên Civakî û Aborî (DESA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, hat destnîşankirin ku armanca wekheviya navbera zayendan hînê gelekî dûr e.

Di detayên raporê yên li gelek qadên jiyanê yên weke perwerde û temenê jiyanê yên navbera jin û mêr de, pêşketinên erênî yên ji sala 1990'î û vir ve pêk hatin, tên vegotin. Lê belê tê destnîşankirin, ku ji gelek aliyan ve wekhevî hînê pêk nehatiye.

Di rapora ku daneyên ji sala 1990'î û vir ve tên lêkolînkirin de tê ragihandin, ku di nava 20-25 salên dawî de emrê nîvekî yê jinan ji 67'an gihaştiye 72'an, emrê mêran jî ji 63'an gihaştiye 68'an. 

PIRANIYA 58 MÎLYON ZAROKÊN NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ KEÇ IN

Di rapora NY-DESA de hat ragihandin ku di wekheviya jin û mêr a li qada perwerdeyê de kêm be jî rewşeke erênî derketiye holê û tê gotin ku li gorî dema beriya 20 salan, hîn bêhtir zarokên keç û xort diçin dibistanê. Lê dîsa jî li gelemperiya cîhanê ji 58 mîyon zarokên nikarin biçin dibistanê, zêdeyî nîvê wan zarokên keç in.

JI SEDÎ 80 Ê 16 MÎLYON JINÊN BI NEXWEŞIYA HIV'Ê KETINE LI AFRÎKAYÊ NE

Tevî vê yekê, di gelek mijaran de wekhevî qet nîne. Di raporê de tê ragihandin, ku herî zêde li qada tenduristiyê wekhevî nîne. Ji hemû nexweşên bi vîrûsa HIV'ê yên li gelemperiya cîhanê bi qasî 16 mîlyon jin in. Ji sedî 80'ê ê van jinan jî li Afrîkayê dijîn.

Her wiha, li Afrîkayê rîska pêketina vîrûsa HIV'ê di nava jinên 15-24 salî de, li gorî mêrên heman temenî bi du qatan zêde ye. Di raporê de bi taybetî bal tê kişandin ser newekheviya li xizmetên tenduristiyê.

JI SEDÎ 60 Ê JINÊN RASTÎ ŞÎDETÊ TÊN, VÊ TÛNDIYÊ VEDIŞÊRIN

Nuqteyeke din a ku rapor li ser disekine, dewamiya şîdeta li hemberî jinê ye. Di serî de welatên Rojhilata Navîn li gelek herêmên cîhanê, peydakirina agahî û daneyên li ser şîdeta li hemberî jinê zehmet e. Beşeke girîng a jinên rastî şîdeta fîzîkî û zayendî tên, neçar dimînin vê tûndiyê veşêrin. Li gorî vê yekê ji sedî 60 ê jinên mexdûrên şîdetê, vê vedişêrin.

ZEWACA KÊMÎ 18 SALÎ, LI ASYA Û AFRÎKAYÊ ZÊDEYÎ JI SEDÎ 40 E

Her wiha tê gotin ku zewaca di temenê biçûk de hînê gelekî zêde ye. Li gorî raporê ji sala 2010'an û pê ve di nava jinên 20-24 salî de ji sedî 26 ê van jinan hînê nebûbûn 18 salî zewicîne.

Li gorî parzemînan, zewaca di temenê zarokatiyê de herî zêde li welatên Başûrê Asya û Afrîkayê hene. Li Başûrê Asyayê ji sedî 44, li Afrîkayê jî ji sedî 40 e.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku ji aliyê wekheviya jin û mêr ve cîhan hînê gelekî dûrî armancên xwe ye. Armanca NY ew bû ku heta sala 2030'î şîdet û cihêkariya li hemberî jinê biqedîne.