Ji bo Dîlek Dogan li Frankfûrtê çalakî
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo Dîlek Dogan a ku çend roj berê ji ber êrîşa polîsan birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, li ber Konsoloxaneya Tirk çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo Dîlek Dogan a ku çend roj berê ji ber êrîşa polîsan birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, li ber Konsoloxaneya Tirk çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajare Elmanya Frankfûrtê, ji bo Dîlek Dogan a ku çend roj berê ji ber êrîşa polîsan birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, li ber Konsoloxaneya Tirk çalakiyek hat lidarxistin.
Qetilkirina Dîlek Dogan ji aliyê polîsan ve, li abjarê Elmanya Frankfûrtê bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Delal Yaman li çalakiyê axivî û diyar kir ku Dîlek Dogan ji bo were înfazkirin, hedef hatiye girtin. Yaman diyar kir ku ev yek ne komkujiya destpêkê ye, ew kujeran nas dikin û got, "Divê AKP dest ji komkujiyên xwe yên hovane yên li hemberî jinê berde. Guleya li Dîlek Dogan hatiye xistin, li hemû jinan û aştiyê hatiye xistin. Heta ku ev komkujî bisekinin, em ê li her derê çalakiyan lidar bixin. Li hemberî vî zîhniyetê faşîst em ê ti carî tawîzê nedin. Weke jin em ê bi berxwedanê re van polîtîkayên şerê qirêj ên AKP'ê pûç bikin."
Yaman bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û da zanîn ku çarenûsa Tirkiyeyê wê di 1'ê Mijdarê de di sindoqan de diyar bibe. Piştî axaftinan girseya gel çelengeke reş danî ber Konsolosxaneyê û çalakiya xwe qedand.