1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a CDS destpê kir
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan destpê kir.
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan destpê kir.
1. Kongreya Avakirinê ya Tevgera Jinên Kurd a li Civata Dewletên Serbixwe (CDS), li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi beşdariya 150 delegeyan destpê kir.
Kongre bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan, li salona Konferansê ya Navenda Maladojnî, saet di 10:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Tevî beşdariya ji gelek Ermenîstan, Gurcîstan û gelek bajarên Rûsyayê, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û nûnerên rêxistinên jinan jî di kongreyê de amade ne.
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê endama Desteya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Çinar Tolhildan ve hat kirin.
Tolhildan bi bîranîna nîşaneya jinên Kurd ên berxwedêr Gulnaz Karataş (Bêrîtan) dest bi axaftina xwe kir û got, "Di salvegera şehadeta hevala Bêrîtan de, em hîmê kongreya ku jinan li qada CDS bi rêxistin bike, datînin. Jin wê êdî li her cihê lê ne, hîn bêhtir bi rêxistinî û zane tevbigerin. Jina zane civaka zane ye. Gelê Kurd li hemû herêmên lê dijî xwe gihandiye wê nuqteyê ku xwe bi rêxistin bike û çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bike. Lewma kongreya we xwedî girîngiyeke dîrokî ye."
Li dû axaftina vekirinê dîwan hat hilbijartin û piştre Hevseroka PDY'ê Asya Abdullah a weke mêvan li kongreyê amade ye, mafê axaftinê wergirt:
'VÎNA JINÊ YA BI RUHÊ ARÎN MÎRXAN, ÊDÎ BÛYE TEMÎNATA AZADIYA JINÊ YA LI HERÊMÊ'
Abdullah da xuyakirin, ku tevlîbûna wan li kongreya rêxistinbûyîna jinên Kurd a li qada Rûsyayê, ji bo wan gelekî girîng e û kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûnê anî ziman.
Abdullah di dewama axaftina xwe de ragihand ku berxwedana jinê ya li Rojava, bi taybetî jî li Kobanê û Şengalê, cesaret daye hemû jinên cîhanê û got, "Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku cîhanê nikarîbû pê, jinan vîna xwe nîşan dan û derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Vîna jinê ya bi ruhê hevala me Arîn Mîrxan derket holê, êdî bûye temînata azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn. Bi rêxistinkirina xebatên jinan ên li Rûsyayê bi vî ruh û biryardariyê, bi vê kongreyê re xwe nîşan dide."
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊN KURD ÊDÎ LI GELEMPERIYA CÎHANÊ BELAV DIBE'
Abdullah di dewama axaftina xwe de ragihand ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye û got, "Jinan di destpêkê de di şexsê xwe de şoreş pêk anîn, dûre ji şoreşa Rojava re pêşengî kirin. Jinan di rêveberiya kantonên xweser, di nava asayîş, yekîneyên parastinê, rêxistinbûyîn û siyasetê de bi rola pêşengiyê rabûn. Li Bakurê Kurdistanê jî jin di asta pêşengiyê de ne. Li hemberî êrîşên dawî yên dewleta Tirk herî zêde jin li ber xwe didin. Ev têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd êdî li gelemperiya cîhanê belav dibe."
Abdullah anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwedî mîrateyeke kûr e û got, "Jina li ber xwe bide û xwe azad bike, wê her tim bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em vê gava dîrokî ya ji bo rêxisitnbûyîna jinên li qada Rûsyayê, watedar dibînin."
Kongre bi xwendina peyama KJK'ê dewam kir.