Kordînasyona KJK'ê diyar kir ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, roja serketinê ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. KJK'ê got, "Armanca êrîşên bi destê faşîzma DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê; şikandina berxwedana demokratîk dîrokî, rengîniya çandî û vîna jiyana azad a gelên Rojhilata Navîn bû. Eger berxwedana Kobanê bi ser neketibûya wê tevahiya Rojhilata Navîn biketa destê hêzên tarî. Hat xwestin ku bi destê faşîzma DAIŞ'ê re ronakbîrî û ruhê berxwedanê yê Rojhilata Navîn ber bi pêşerojeke tarî ve were dehfdan. Armanca faşîzma DAIŞ'ê ku hêza paramîlîter a hikûmeta AKP'ê ye, tarîkirina rengên Rojhilata Navîn bû. Faşîzma DAIŞ'ê di heman demê de berhema zîhniyeta serdestiya mêr e. Bersiva herî mezin a li vê zîhniyetê, pêşengiya jinan a di berxwedana Kobanê de ye. Ji ber vê yekê serketina Kobanê di heman demê de serketina tevahiya gel, jin, zarokên li Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê ye."
'LI HERÊMÊ PÊVAJOYÊN GIRÎNG'
KJK'ê da xuyakirin ku li herêmê pêvajoyên gelekî girîng diqewimin û got, "Li Tirkiyeyê jî careke din hilbijartinên giştî tên kirin. Pêkanînên depotîk ên hikûmeta AKP'ê, rewşa xitimandî ya di polîtîkaya hundir û derve de, Tirkiyeyê ber bi kaoseke kûr ve dehf dide. Hewl tê dayîn li dora pirsgirêka Kurd rewşeke kûr a şer bê afirandin. Şerê li Rojava yê bi hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê dimeşand, êdî li Bakurê Kurdistanê diqewime. Şer herî dawî bi komkujiya li Enqereyê re li Tirkiyeyê jî belav bû. Hatiye xwestin ku pêşî li pêkhatina netewetiya demokratîk a Tirkiyeyê bê girtin. Ev şer şerekî gemarî ye ku zîhniyeta delwetê dixwaze di navbera gelan de bide der. Yekane rêya ku pêşî li vî şerî bigire, vîna çareseriya demokratîk a bi hevgirtina demokratîk a gelan derkeve holê ye."
'1'Ê MIJDARÊ WÊ WEKE ROJA SERKETINÊ YA GELAN CIHÊ XWE DI DÎROKÊ DE BIGIRE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê di dîrokê de cihekî girîng girtiye" û ev xal hat destnîşankirin:
"Berxwedana Kobanê di dîroka mirovahiyê de rewşeke nû ye. Pêvajoyeke nû ye, rêxistinbûyîneke nû ye. Pênaseya pêvajoyeke guherînê ye ku sîstema hegemonîk a xwe dispêre netewe dewletê ji hev belav dibe û hêzên modernîteya demokratîk xwe êdî dide nîşandan. Serketina Kobanê serketina hemû jin û gelên berxwedêr e. Jin û gel li dora Kobanê bi xurtî civiyan û eniya berxwedanê ya gelan afirandin. Berxwedana Kobanê ne tenê têkoşîna neteweya demokratîk a Kurdan e, di heman demê de veguheriye têkoşîna azadiyê ya hemû gelan.
Bi ruhê serketinê yê Kobanê re em ê pêvajoya hilbijartinê ya 1'ê Mijdarê jî, bi yekîtiya demokratîk-azad a gelan tacîdar bikin. Di vê hilbijartinê de ne tenê gelê Kurd wê hemû gelên Tirkiyeyê tercîha xwe ya ji bo demokrasî û aştiyeke bi rûmet nîşan bidin. Pêwîste jin û gel, ji bo xwedîderketina li nasname û pêşeroja xwe, pêvajoya hilbijartinê bi rêxistin bikin. Gelên me û jinên Kurd, Tirk, laz, Ermenî, Elewî-Sûnî, wê di şexsê AKP'ê de hemû êrîşên faşîzan, qirkirin û polîtîkayên komkujiyê di roja hilbijartinê de di sindoqê de defin bikin. Di hilbijartinên 7'ê Mijdarê de li hemberî serketina hilbijartinê ya demokratîk a gelan, qesrê darbe kir. Komkujiyên li Cizîr, Amed, Pirsûs, Enqere bi destê dewletê hatine kirin. Gelan bi berxwedana xwe re bersiv dane van komkujiyan. Di heman demê de, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê re bi serketina hevgirtina gelan re wê bersiva herî mezin were dayîn. Hesabê ciwanên me, gelên me, rewşenbîr û şoreşgerên hatin qetilkirin, wê di sindoqê de ji hikûmeta AKP'ê û alîgirên wê werin pirsîn. Roja 1'ê Mijdarê wê weke roja berxwedana Kobanê û serketina gelan, bi tîpên zêrîn li dîrokê bê nivîsandin."
'EM BANG LI HEMÛ JIN Û GELAN DIKIN KU ÇALAKIYÊN HEVPAR LI DAR BIXIN'
Koordînasyona KJK'ê ragihand ku ya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê watedar dike, ruhê fedaîbûyî ye û got, "bi ruhê fedaî yê Arînan, Revanan, Gulanan, Kaderan, Destînayan, Gelhatan re, berxwedan li tevahiya cîhanê belav bûye û veguheriye hêviya jiyana azad. Yekîtiya gelan wê li hemberî hemû sîstemên bi serdestiya mêr a mêtînger û zordar, bibe bersiv. Ji bo herikîna dîrokê ber bi aliyê gelan ve bê kişandin, yekîtiya gelan divê. Bi taybetî jin lehengên sereke yên vê dîrokê ne. Jiyana azad a bi destê gelan û jinan bê avakirin wê ava jiyanê ya gelan be. Gelên me wê bi ruhê serketinê yê Kobanê hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêşwazî bikin . Li ser vê bingehê em hemû hevrêyên xwe, şehîdên xwe û rastiya jinê ya li Kobanê bi fedaî li ber xwe dan û didin, silav dikin. Bem bang li hemû gelan û jinan dikin ku di 1'ê Mijdarê de çalakiyên hevpar lidar bixin."