BI DÎMEN

Şehîd Şoreş Qelat li Liege hat bibîranîn

Endamê PJAK'ê Şoreş Qelat ê ku 28’ê Cotmehê di encama komployekê de li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, li Liege hat bibîranîn.

Li bajarê Liege yê Belçîkayê ji bo endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şoreş Qelat ê ku li ser rêya Pîranşar-Mehabadê di encama komployekê de şehîd bibû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin.

Bîranîna ku ji aliyê Komelên Azadiya Jinên Kurdistan-KJAR, PJAK û Komeleya Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Hevserokê PJAK'ê yê berê Siyamend Muînî beşdarî bîranînê bû û axaftinek kir. Muînî li ser navê xwe û Tevgera Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dayika şehîd silav kir, sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Ala me ya bi xwîna şehîdan li ba dibe, her roj zêdetir nêzî azadiyê dibe. Dewleta Îranê her çendî di nava xwe de bi aloziyan re rû bi rû ye û dirize jî bi van kiryarên dermirovî û hovane hewl dide têkçûn û lawaziya xwe ji civakê veşêre. Dixwaze bi girtin, darvekirin û terorê xwe serketî nîşan bide. Hevrêyê me Şoreş yek ji kesên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi awayekî çalak rol lîstibû. Xwedîderketina ala û rêya şehîdan erka me ye.”

Piştî bîranînê sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Şoreş hatibû amadekirin hat pêşandan û ji bo bîranîna şehîdan sirûda “Ey Şehîdan” hat xwendin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.