BI DÎMEN

Jinên Amedî: Divê hişmendiya jinê di nav civakê de bê xurtkirin

Jinên Amedî diyar kirin ku divê li dijî hişmendiya mêr-perwer jin têbikoşin û divê hişmendiya jinan di nav civakê de bê xurtkirin.

Jin wekî her salê îsal jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navnetweyî pêşwazî dikin. Jinan li dijî tundiya li ser jinê ku li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê her ku diçe zêde dibe rêxistinbûna xwe mezin kirin û îsal jî li kolanan bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” xebatên xwe didomînin. Jinên Amedî der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navnetweyî de axivîn û gotin: “Divê hişmendiya jinê di nava civakê de bê xurtkirin.”

‘DIVÊ PEYMANA STENBOLÊ DÎSA BIKEVE MERIYETÊ’

Jina bi nave Hasret Yorulmaz anî ziman ku necezadarkirin rê li ber tundiyê vedike û got: “Divê Peymana Stenbolê demildest bikeve meryetê. Peymana Stenbolê dema ku bi awayekî rast hat sepandin, zarok û jinan diparêze. Tirkiyeyê tu carî ev peyman nesepand. Loma divê ji bo mafê jin û zarokan komcivînek bê avakirin û di vê qadê de xebat bêne meşandin. Divê jin li her qadê piştgiriya hev bikin û hevdu biparêzin. Bi taybetî divê navendên parastina jinan bên avakirin.

Em di nav civakeke baviksalar de mezin bûn û jiyana me hîn jî di nav heman civakê de didome. Rewşeke têra xwe normal e ku jin di nav civakeke wiha de zehmetiyan bikêşin. Divê em gavek berî gavekê vê hişmendiyê biguherînin. Wek din divê em li ber xwe bidin û civaka baviksalar hilweşînin û hişmendiya jinê mezin bikin.”

‘LI VÎ WELATÎ DIKTATORÎ HEYE, KES NIKARE BIAXIVE’

Gulay Akdag jî da zanîn ku bingeha tundiya li dijî jinê de projeyek heye û wiha pê de çû: “Li pişt vê yekê hêzên gelek mezin hene. Mixabin em nikarin li ber televîzyonê rûnên û aram rawestin. Ji alîyekê ve wekî ku jinan diparêzin xuya dikin, ji aliyê din ve jî rewşeke xurt a teşwîqkar heye. Loma di rewşeke wiha de wekî ku jinan diparêzin xuya dikin lê di rastiyê de gelek zirarê dibîne. Divê êdî ji bo vê yekê çareyek bê dîtin. Çareseriyeke gelek hêsan a vê yekê heye lê nakin. Dibêjin bila tundiya li dijî jinê bê lêkolînkirin lê tê redkirin. Çima? Ji ber ku ev hemû proje ye. Hewl didin ku welatî ji hundir ve tine bikin û bi temamî biguherînin. Mixabin îro li Tirkiyeyê dîktatoriyek li dar e û ji ber ku rejîma yek-zilamî ye ti kes ne xwediyê mafê gotinê ye. Ji ber ku hemû hêz di destê wan de ye mafên jinan tên binpêkirin.”

‘RÊ LI BER TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ NAYÊ GIRTIN’

Ilknur Çoban bilêv kir ku tundî û kuştinên li dijî jinan me ditirsînin û wiha got: “Em bi tirsa ku ev dikare bê serê me jî dijîn. Divê ez zarokên xwe ji temenê biçûk ve bi awayekî baş mezin bikim. Dema ku me rastî nîşanî zarokên xwe da kêm be jî em ê hinekî rê li ber tiştên xirab bigirin. Em kengî televîzyonê vekin em rastî kuştina jinekê tên. Bi rastî jî ev rewşeke pir xirab e. Em nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Jin ne objeyeka tundiyê ne.”

Hayriye Serî jî anî ziman ku mixabin roja îro jî jin rastî tundiyê tên û got: “Jin di nav civakê de wekî kesên bêhêz têne dîtin. Divê hemê jin li ser lingên xwe bisekinin û bi tena serê xwe têbikoşe. Bi vî awayî herkes dê rêzê li jinan bigire. Ji ber ku cezayên kêm didin kiryaran tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe.”