'Li çiyayên azad ên Kurdistanê jin bi Bêrîtanî dijîn'
Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), di salvegera 23. a şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn. Hevrêyên wê ji ANF'ê re qala Bêrîtan kirin.
Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), di salvegera 23. a şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn. Hevrêyên wê ji ANF'ê re qala Bêrîtan kirin.
Hevrêyên Bêrîtan destnîşan kirin ku Bêrîtan xetek e û gotin, "Ji bo gelê Kurd, li dijî xeta teslîmiyet û xiyanetê, xeta berxwedanê ye."
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di operasyona 3'ê Cotmeha 1992'an a artêşa Tirk û hêzên PDK û YNK'ê de, ji bo teslîmî hêzên noker nebe, di 25'ê Cotmeh'ê de xwe ji zinar avêt û teslîmî van hêzan nebû. Bêrîtan li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn. Hevrêyên wê, der barê Bêrîtan de hest û ramanên xwe bi ANF'ê re parve kirin.
XETA BÊRÎTAN, REWŞA ŞÊNBER A ARTÊŞBÛYÎNA JINÊ YE
Endama Koma Awazên Çiya Têkoşîn Cûdî diyar kir ku xeta Bêrîrtan xeta têkoşîn û artêşbûyîna jinê ye û destnîşan kir, ku ruhê Bêrîtan, xeteke ku divê li dijî xiyanet û teslîmiyetê were mezinkirin. Cûdî got, "Şehîd Bêrîtan xetek e, xeteke welê ye ku di dîroka azadî û dîroka Kurdistanê de hem li dijî xiyaneta hundir hem jî ya derve, mîna sembolekê xwe nîşan daye. Artêşbûyîna jinê ji 25'ê Cotmehê û vir ve navê xeteke têkoşînê ye ku bi Şehîd Bêrîtan re tê bîranîn."
BÊRÎTAN NAVÊ JI NÛ VE AFIRANDINÊ YE
Gerîlaya YJA Starê Zeynep Nêrgiz Botan da xuyakirin ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de lehengiyeke mezin afiriye û got, "Şehîd Bêrîtan li dijî xeta xiyanet û nokeriyê şer kir û bû xwedî xeta berxwedanê ya wê demê. Wê demê Bêrîtan şehîd ket, lê niha bi sedan Bêrîtan derketin holê û ji bo azadiyê li tevahiya cîhanê belav bikin, şer dikin. Arîn Mîrxan, Şehîd Jîn, Şehîd Rojîn û bi hezaran şehîdên din ên jin, jiyana vê tevgerê afirandin. Ji bo me şehadet ji nû ve afirandin e. Şehîd Bêrîtan navê ji nû ve afirandinê ye. Careke din nîşan da ku li cihê berxwedan lê xurt e, xiyanet têk diçe."
XETA BÊRÎTAN LI DIJÎ DESTHILATDARPARÊZÎ, NOKERÎ Û XIYANETÊ, XETA AZADIYÊ YE
Gerîlaya YJA Staê Ronahî Gevda Betuşebap jî got, "Xeta Bêrîtan lid ijî desthilatdarparêzî, nokerî û xiyanetê, xeta azadiyê ye. bi berxwedana xwe û xwe avêtina ji zinaran re, xeta azadiyê parast. Ji bo hemû jinan xeta Bêrîtan gerdûnî ye. Bêrîtan bû deng û rengê jinên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin."