Gerîla: Bêrîtan manîfestoya jiyanê ye

Gerîlayên YJA Starê, pêşenga fermandarbûyîna jinê Bêrîtan, vegotin.

Gerîlayên azadiyê, Gulnaz Karataş a ku ji bo jinan sembol e, vegotin.

'NE YEK, BI HEZARAN BÊRÎTAN AFIRÎN'

Gerîlaya YJA Starê Eylem Ronî da xuyakirin ku şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji bo her mirovê bi rûet û dixwaze azad bibe, gelek tiştan vedibêje. Ronî destnîşan kir, ku divê helwesta Bêrîtan a xwe ji zinaran avêt, baş were fêmkirin û anî ziman ku ev xwe avêtina ji zinaran, dijderketina li hemû paşverûtiyan e. Ronî got, "Wî ruhê berxwedanê, wî ruhê jina Kurd a teslîm nabe, wê berxwedêriya jina Kurd, di serî de ez gelek hevrêyên jin ber bi çiyê ve kişand."
Ronî da xuyakirin ku ne Bêrîtanek, bi hezaran Bêrîtan li çiyayên azadiyê afirîn û got, "Nirxên jinên Kurd, lêgerîn, dildarî, lehengî û ruhê wêrekiyê yên jinên Kurd, mîna kulîlkên biharê li van çiyan şîn bûn. Bi ked û vîneke mezin xwe afirand. Şervaneke azadiyê ya jin li çiyê çawa dikare bijî? Nav, heqîqeta jiyanê çi ye? Jiyana bi Bêrîtanî çawa ye, çawa pêk tê? Hevala Bêrîtan di şexsê xwe de şervana azadiyê afirand. Bi serpêhatiya jiyana xwe re ev yek bi xurtî nîşan da. Serî li ber ti xeta xiyanetê netewand. Serî li ber ti xeta teslîmiyetê ntewand."

'BÊRÎTAN JI BO ME HEMÛYAN BÛ RÊBEREKE MEZIN'

Ronî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji bo me hemûyan ew bû rêbera jiyanê, manîfesteoya jiyanê, xeta şer û xeta fermandariya leşkerî. Nexşerêya vê pêşkêşî me kir. Rê û rêbazên vê yekê nîşanî me da. Hevala Bêrîta ji bo me bû rêbereke mezin. Di serî de jinên Kurd ji bo hemû jinên dibêjin 'ez dixwazim azad bim, ez azad im' hevrê Berîtan bû navnîşanek."

'EW XETA SERKETIN Û AZADIYÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Erkendî jî bi van gotinan qala Bêrîtan kir: "Bi çalakiya xwe re careke din gelê Kurd zindî kir, jin kir xwedî vîn û kesayetiyê. Ew xeta serketinê bû. Xeta azadiyê bû. Dildarî û dilsoziya jinê ya bi azadiyê re bû. Baweriya bi azadiyê mezin kir. Vîn xurt kir. Jin di şexsê hevala Bêrîtan de careke din xwe gihandin cewhera xwe, careke din xwe nas kirin. Çalakiya hevala Bêrîtan tirs xist nava dilê dijmin. Nîşanî dijmin da ku jin, têkoşîna azadiyê ya Kurd ti carî teslîm nabe, serî li ber xiyanet û nokeriyê natewîne. Berxwedan careke din gihaşt serketinê."

Erkendî destnîşan kir ku di kesayetiya Bêrîtan de, teslîmiyet careke din bi derbeke mezin têk çû.

...