‘Têkildarî şîdeta li hember jinê em dixwazin bi rêxistinên navneteweyî re bixebitin’
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel, diyar kir ku hem di polîtîkayên aştiyê hem jî di mijara têkildarî şîdeta li hember jinê de dixwazin bi rêxistinên navneteweyî re bixebitin.
ANF
VIYANA
pêncşem, 22 kewçêrê 2015, 19:18
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel, diyar kir ku hem di polîtîkayên aştiyê hem jî di mijara têkildarî şîdeta li hember jinê de dixwazin bi rêxistinên navneteweyî re bixebitin.
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel û endama Desteya Giştî ya Mazlûm-Der Feyza Akinerdem li paytexta Awûstûrya Viyanayê tevlî panela diyalogê bûn.
Panel, ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Endama Desteya Giştî ya Mazlûm-Der Feyza Akinerdem di panelê de axaftina destpêkê kir. Akinerdem diyar kir ku tevgera jinên Misliman ên Tirkiyeyê ne ji komeke tenê yan jî qadek dewletê ne. Akinerdem da xuyakirin ku ji salên 90’î ve bi tevgera jinên Kurd re di nav têkîliyan de, tevgereke femînîst e ya hewl didin bi hev re xebatan bimeşînin.
Hevseroka HDK’ê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku Kurd ji neçarî bi polîtîkayên zextê yên çar dewletan jiyana xwe domandine û bi bîr xist ku jinan di nav partiyên siyasî de cih girtine, lê ev jin ne bi nêrînek jin, bi nêrînek zîhniyeta zilamê serwer tevgeriyane.
Tûncel got ku bi nûnertiyên niha dixwazin di rêveberiyên xwecîhî de nûnertiya jinan zêde bikin, hewl didin hem xwecîhî hem jî di parlamentoyê de hejmara jinan bigihêje ji sedî 50’î. Tûncel diyar kir ku hem di polîtîkayên aştiyê de hem jî di mijara şîdeta li hember jinê de dixwazin bi rêxistinên jinan ên navneteweyî re bixebitin.
Tûncel destnîşan kir ku bi qismekî re têkîliyên wan hene, xebatan dimeşînin, wek tevgera jinên Kurd hê jî hêzêk pir cidî re têkîliyên xwe ava nekirine. Tûncel got ku di mijara şîdeta li hemberî jinê û hem jî di mijarên aştiyê de, di polîtîkayên aştiyê de gelekî dixwazin xebatên hevpar bimeşînin. Tûncel aşkera kir ku ger tevgerên jinan bi wan re têkîliyan deynin wê her tim ji bo maf û azadiyan karibin bi hev re bixebitin.