JIN
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan li Essenê hat ragihandin
Li bajarê Elmanya Essenê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan hat ragihandin. -
Li Dusseldorfê wê di 21-24'ê Kanûnê de konê hişyarkirinê bê vedan
Li ser banga TJK-E wê li Dusseldorfê di navbera 21-24'ê Kanûnê de ji bo hişyarkirinê kon bê vedan. -
Girtiyên PAJK'î: Em ê zîndan hîn bêhtir bikin qada berxwedanê
Girtiyên ji doza PAJK'ê, li ser êrîş û berxwedana gel a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran û Dêrikê daxuyaniyek weşandin û destnîşan kirin ku ew ê zîndana bikin qadên berxwedanê. -
Li Parîsê Meclîsa Jinê ya Zîn hat ragihandin
Li Parîsê, Meclîsa Jinê ya Zîn hat îlankirin. Ev meclîs li gelemperiya Fransaya meclîsa duyemîn a jinê ye ku hatiye ragihandin. -
KJA û wekîlên jin: AKP ji bo gel û jinan tehdîd e!
KJA û wekîlên jin ên HDP’yî li hember gotinên hikûmetê yên jinan hedef digirin nerazîbûn nîşan dan. -
Du dilên ji Derya Reş ji bo gelê Kurd nobedê digirin
Li Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd AVESTA, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, çalakiyek ji yek kesî pêk anî. -
TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyê bibin
Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiyên îro û sibe yên li Ewropayê banga tevlîbûna xurt kir. -
Li Sêweregê jineke ciwan hat qetilkirin
Li navçeya Riha Sêweregê, jineke ciwan bi guleya li sînga wê ketî jiyana xwe ji dest da. -
Jinên Elewî: Bi bêdengbûnê ve em ê nebin hevkarên zilmê
Tevgera Elewiyên Demokratîk di 37. salvegera qetlîama Mereşe de qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li Qada Galatasaray protesto kir. -
Jinên Edeneyî: Divê tecrîd demildest bê rakirin
Hevbirên KJA’yê li Edeneyê hatin cem hev, ji bo azadiya Ocalan qîr kirin. -
Li Parîsê ji bo sê jinên şoreşger lêgerîna edaletê didome
Li paytexta Fransa Parîsê, çalakiya ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lêgerîna edaletê dewam kir. -
Îşkenceya zayendî hat şermezarkirin
Li Erxeniyê di pêşengiya KJA'yê de îşkenceya zayendî ya li Miduriyeta Emniyetê ya Amedê hate protestokirin. -
Nûçegihana JINHA dema nûçe dişopand hat binçavkirin
Nûçegihana JINHA Bêrîtan Canozer a ku daxuyaniya çapemeniyê ya parlamenteran û meşa ji bo şermezarkirina dorpêçiya Sûrê dişopand, hat binçavkirin. -
Komalên Jinên Ciwan banga xwedîderketina li berxwedana Sûrê kir
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku AKP a ji aliyê siyasî û leşkerî ve têk çû, li dijî gelê Kurd polîtîkayeke şerê qirêj a li ti pîvanên exlaqî nayê daye destpêkirin. -
Êrîşên li dijî Sûrê li bajarê Dortmûndê hatin şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê hatin protestokirin. -
TJK-E banga xwedîderketina berxwedana Sûrê kir
Koordînasyona TJK-E wiha got: “Ji bo xwedîderketina gelê Sûrê yê berxwedêr, divê tevahî jinên Kurd ên li Ewropa dijîn bê ku dem derbas bibe, divê derkeve kolanan û vê bê dengiyê bişkînin.” -
Tecrîda li ser Ocalan û terora dewleta Tirk, li Erîvanê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên hêzên çekdar ên dewleta Tirk ên li bajarê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê jinên Kurd ên li Erîvanê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin şermezarkirin. -
Li dijî şîdeta li hemberî jinê banga têkoşînê
Navenda Jinê UTAMARA, bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê hesas û baldar bin. -
Di kongreya 9. a CENÎ de biryarên girîng hatin stendin
CENÎ kongreya xwe ya 9. lidar xist. Di kongerya ku rêveveberiya nû hat hilbijartin de hin rêze biryar hatin stendin. -
Berdevka KJA: Dewlet ji xwerêxistiniya jinan ditirse
Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata diyar kir ku xwerêxistiniya jinan dewletê bêhtir ditirsîne û got, "Dewlet nikare li qadên xwerêveberiyê yên jinan li gorî xwe guhertinan bike. Ji ber vê yekê, xwerêxistiniya jinan weke xeteriyekê dibîne." -
KJAR'ê li dijî cezayê recmê banga têkoşînê kir
KJAR bal kişand ser zêdebûna cezayê sengsarê li Îranê û li dijî qanûnên recmê û darvekirinê banga têkoşîneke hevpar kir. -
Ji bo Sakîne Cansiz û Sîbel Bûlût bîranîn
Sîbel Bûlût a li Kobanê jiyana xwe ji dest da û Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin hatin bîranîn. -
Tecrîda li ser Ocalan li Adigeyê hat protestokirin
Jinên Kurd ên li Komara Adigeyê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Komeleya Çanda Kurdî ya Agirî hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
'Xwerêveberî jiyanî ye'
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayşe Gokhan, der barê xwerêveberiyê de got, "Dema netewe dewletê hat girtin. Alternatîfa wê xwerêveberî ye." -
'Rewşa tenduristiyê ya girtiyên jin roj bi roj nebaş dibe'
ÎHD û TÎHV'ê li ber Girtîgeha Ragirtina Jinan a Bakirkoyê, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên girtiyên nexweş ên jin û hat gotin, "Rewşa tenduristiyê ya girtiyan roj bi roj nebaş dibe."