'Xwerêveberî jiyanî ye'
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayşe Gokhan, der barê xwerêveberiyê de got, "Dema netewe dewletê hat girtin. Alternatîfa wê xwerêveberî ye."
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayşe Gokhan, der barê xwerêveberiyê de got, "Dema netewe dewletê hat girtin. Alternatîfa wê xwerêveberî ye."
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayşe Gokhan, li ser xwerêveberiyên li Kurdistanê axivî, ku ji roja hatine ragihandin û vir ve rastî êrîşên dewletê tê û got, "Dema netewe dewletê hat girtin. Alternatîfa wê xwerêveberî ye."
Gokhan da xuyakirin ku dewlet hewl dide îlanên xwerêveberiyê terorîze bike û got, "Heman daxwaz li gorî erdnîgarî, polîtîkaya dewletê yan jî berjewendiyan, bi navên cuda tên pênasekirin. Mesela; kanton li Swîsreyê demokratîk tê dîtin, lê dema li Kurdistanê, li Rojava be weke sîstemeke antî-demokratîk tê nirxandin"
Gokhan ragihandin ku xwerêveberî ji bo erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê pêwîstiyeke lezgîn e û destnîşan kir ku xweparastinên li Kurdistanê bi refleksa nemirin û nekuştinê tê kirin. Gokhan got, "Pêkanînên li ti devera cîhanê nehatine dîtin, bi destê dewletê li Kurdistanê tên meşandin. Mînak; dor li taxan digirin û malan vediguherînin girtîgehê. Yan jî ji welatiyan re dibêje, 'Min ji te re got, panzdeh rojan ji malê dernekeve lê tu derket. Lewma mafê min heye ez te ji ber vê yekê bikujim'. Em qala qedexeyeke ji sê yan jî pênc saetan nakin. Em qala qedexeya panzdeh rojan dikin."
ÇI ZERARA XENDEKÊ LI DEWLETÊ HEYE?
Gokhan pirsa; xendeka hatiye kolandin zerarê dide kê? pirsî û got, "Gelê li Kurdistanê dijî daxuyanî da çapemeniyê û got, ku em ê jiyana xwe li gorî xweseriya demokratîk bijîn. Lê weke bersiva vê daxwazê, rastî êrîşê hat. Gelo çi zerara daxuyaniyeke çapemeniyê li dewletê heye? Xendek polîsekî nakuje! Bi tenê bi kêrî xweparastinê tê."
'KOMKUJIYÊN JI ALIYÊ NETEWE DEWLETÊ VE TÊN KIRIN, JI NEDÎTÎ VE NEYÊN'
Gokhan diyar kirk u xweparastin û xwerêveberî ji wan di asta jiyanî de girîng e û got, "Dînamîka KJA ya bajar, navçe, tax, bajarok û gundan di nava xwerêveberiyê de cih digire. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin; komkujiyên ji aliyê netewe dewletê ve tên kirin, ji nedîtî ve neyên."