Tecrîda li ser Ocalan li Adigeyê hat protestokirin

Jinên Kurd ên li Komara Adigeyê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Komeleya Çanda Kurdî ya Agirî hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Jinên Kurd ên li Komara Adigeyê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Komeleya Çanda Kurdî ya Agirî hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî di daxuyaniyê de bibîr xistin ku zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî mûameleya ‘rehîneyan’ dibînin û destnîşan kirin, ku her şîdeta şer zêde dibe li dijî girtiyan jî zext û şîdet zêde dibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "300 jê giran zêdetirî 750 girtiyên nexweş di girtîgehan de hêdî hêdî tên kuştin. Zarok li gîrtîgehan rastî tacîz, tecawiz û mûmaleyên xerab tên. Ti tedbîrên esasî û mayînde jî nayên girtin. Hikûmeta AKP'ê divê tecrîda bi mehan e li ser Birêz Ocalan pêk tîne, bi dawî bike û demildest bi Ocalan re hevdîtinên aştî û muzakereyan bide destpêkirin, dorpêça li ser bajarên Kurdistan rake, dawî li qetlîaman bîne, berpirsiyarên îhlalên mafên mirovan derxin holê û bi cezayên giran ceza bike. Neyarê Kurdan bila baş bizanibin ku bi van rêbazan nikarin Kurdan bixapînin. Kurd di pêşengiya rêber APO de êdî xwedî îradeyek mezinin û ji xwe re rêya rast a wan bigihîne azadiyê dîtine. Ew rê jî rêya Ocalan e."

Kurdistaniyê beşdarî xwepêşandanê bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên balê dikişînin ser girîngiya rojê jî bilind kiribûn. Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok APO" û "Rêya te rêya me ye" bi dawî bû.

...