Tecrîda li ser Ocalan û terora dewleta Tirk, li Erîvanê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên hêzên çekdar ên dewleta Tirk ên li bajarê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê jinên Kurd ên li Erîvanê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin şermezarkirin.
HARÛN HÊVÎ
ERÎVAN
yekşem, 13 berfanbarê 2015, 11:40
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, jinên Kurd ên li paytexta Ermenîstan Erîvanê dijîn li ofîsa Kurdistan Komîte kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir ve hat dayîn. Qadir bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dema mijar destketiyên gelê Kurd be, cıhan hemû li pêşberî êrîşan bêdeng dimîne. Ev 6 meh in dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî bajarê Kurdistanê dike. Em, êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Amed û hemû bajarok û bajarên Kurdistanê, her wiha bêdengiya cîhanê ya li pêşberî van êrîşan bi tundî şermezar dikin."
Qadir di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine qutkirin û xwest, Rêberê Gelê Kurd serbest were berdan.