Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan li Essenê hat ragihandin

Li bajarê Elmanya Essenê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan hat ragihandin.

Li bajarê Elmanya Essenê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan hat ragihandin. Kongreya bi vê armancê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, bi beşdariya zêdeyî 100 jinan pêk hat. Cihê kongreyê bi wêneyên Şehîd Bêrîvan a ji Şengalê tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E hat xemilandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin. Medya Botan li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axivî û berxwedana xwerêveberiyê silav kir. Botan bal kişand ser têkoşîna bi rûmet a gelê kurd dimeşîne û destnîşan kir ku divê xwedî li qadên xwerêveberiyê bê derketin. Botan da zanîn ku rol û berxwedana jinan a li qadên xwerêveberiyê nîşanî jinên Kurdistanî yên li dîasporayê dijîn dide ku bi çi rengî xwedî li vîna xwe derkevin.

Botan da xuyakirin ku avakirina Meclîsa Jinan tê wateya xurtbûna vîna jinên li Ewropayê û anî ziman ku girîng e di pêvajoyeke bi vî rengî de rêxistinbûyîn were xurtkirin.

Piştre jinên beşdarî kongreyê bûn axivîn û berxwedana gel û têkoşîna jinê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Piştî axaftin û nîqaşên hatin kirin, Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal a ji 32 jin û 8 komîsyonan pêk tê, hat ragihandin.

...