Li Sêweregê jineke ciwan hat qetilkirin
Li navçeya Riha Sêweregê, jineke ciwan bi guleya li sînga wê ketî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Riha Sêweregê, jineke ciwan bi guleya li sînga wê ketî jiyana xwe ji dest da.
Jina ciwan Yasemîn Yildiz (17) a li taxa Tîftîl a navçeya Riha Sêweregê tevî malbata xwe dima, ji ber guleya tivinga nêçirvaniyê, jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdîayê; Yildiz ji aliyê xizmên xwe li malê bi tivingê hatiye qetilkirin.
Cenazeyê Yildiz ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.