TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyê bibin

Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiyên îro û sibe yên li Ewropayê banga tevlîbûna xurt kir.

Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiyên îro û sibe yên li Ewropayê banga tevlîbûna xurt kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E de hat ragihandin ku terora dewletê û berxwedana gel bi bîr û baweriyeke mezin dewam dikin.

TJK-E diyar kir ki ku li dijî bêrûmetî û statuya koledariyê ya li ser gel tê ferzkirin, sekna azad a tê nîşandan, parastina nasname, çand, ax, jiyan û dîroka xwe ye û got, "Gelê Kurdistanê li hemberî bêstatumayînê, xweseriya demokratîk diparêze. Bi vê yekê re li dijî red û înkarkirina Kurdan, berxwedan û têkoşîneke bi heybet îro tên meşandin.

Bombekirin û dorpêçkirina kolan, bajar û taxên Kurdistanê, tinekirina nirxên dîrokî, nîşaneya şerekî mezin e. Dagirker, ji bo hebûna gelekî tine bikin, ji cihên bi hezaran kîlometreyî dûr tên û komkujiyên mezin dikin.

Li hemberî vê yekê jî, li ser bingeha parastina hebûn û azadiya xwe, berxwedaneke bi dil û can a gelekî heye. Dehakên hemdem ji aliyekî ve hewl dide serê berxwedêran bieciqînin, ji aliyê din ve jî Neronên hemdem bajaran tevî mirovên tê de dişewitînin. Îlan dikin ku wê xendek yek bi yek ji Kurdan re bibin gor.

Yên ku berê digotin 'xeyala Kurdistanê li vir veşartî ye', niha hewl didin bi zindî me têxin nava xendekên me yên parastinê û kolan bi kolan, mal bi mal dest bi nêçira mirovan kirine.

Vaye jin, ciwan û civaka Kurdistanê, ji bo weke mirov bimînin, rûmeta xwe winda nekin, hebûna xwe biparêzin û serî netewînin ji 7 heta 77 salî li ber xwe didin, berxwedanê weke rêya yekane dibînin.

Ev zilm, ev zordarî û ev bêbextî, yanî bêşerm û netirsiya ji Xwedê, bi destê çeteyên xwînxwar ên desthilatdariya AKP'ê ve ji gelê me re rewa tên dîtin. Li hemberî vê zilmê, dayikên me li pişt bendan bi tilîliyên xwe cesaretê didin berxwedêran û mîna endamên vê berxwedanê li pişt bendan li ber xwe didin."

TJK-E da xuyakirin ku ciwan, li dijî mêtîngeriya paşeroja wan diziye, li çeperên qezenckirina pêşerojê, civak jî ji bo nirxên xwe yên exlaqî û polîtîk li wê derê ne û wiha dewam kir: "Weke civak pêwîstiya me pê heye ku em vê sekna bi rûmet û kevneşopiya berxwedanê, ji Ewropayê heta Tirkiye û her parzemîna mirovahî lê heye, zêde bikin.

Weke jin eger tolhildana Selamat Yeşîlmen di ruhê de ye, mirovahiya Cemîle a li sarincê bi cih nebû her li pêş çavên me ye, dûxana ji mizgefta Kûrşûnlû ya 500 salî dilê me dişewitîne bedena Tahîr Elçî yê xwe li pêşiya minareya çarling xwe kir mertal, divê em bêjin 'êdî bes e' û têkoşînê mezin bikin.

Li ser vê bingehê em radigihînin ku di organîzasyona çalakiyên îro û sibe yên li gelek navenda de cih digirin û bang li jinan dikin ku bi xurtî û çalak beşdarî van çalakiyan bibin û çalakiyan herdemî bikin.

Di 21-23'ê Kanûnê de bi beşdariya Essenê re li Dortmûndê, bi beşdariya Bonnê re li Kolnê û bi beşdariya Dûîsbûrgê re li Dusseldorfê, wê ji bo destekkirin û xurtkirina berxwedanê li 3 navendên cuda yên eyaleta NRW kon bên vedan û mîtîng bên lidarxistin. Li ser vê bingehê wê jin û tevahiya Kurdistaniyên li eyaleta NRW, jinên Tirkiyeyî û Eropî bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û destekek mezin bidin keç û xortên Kurd ên leheng ên li Kurdistanê li ber xwe didin.

Bi pêşengiya Swîsre TJK-E wê di 21'ê Kanûnê saet di 13:00 de di asta navendî de meş û mîtîng were lidarxistin û dosya bê pêşkêşkirin. Meşa ku wê li Cenevreyê saet di 13:00 de li Rue de Mont-Blanc Binatra Gare destpê bike, wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Meplace des Nations bi dawî bibe.

Li herêmên din jî, wê dosyayên li ser xwerêveberiyê hatine amadekirin, radestî rêxistinên civakî yên sivîl, TV, rojname, rêxistinên jinan û saziyên siyasî werin kirin. Bi vê yekê re em dixwazin raya giştî ya Ewropayê ya temaşekerê komkujiyan e, bixin nava tevgerê û saziyên ku dikarin dest li rewşê werdin, bikin ku bi berpirsyarî rabin."