ÎHD û TÎHV'ê li ber Girtîgeha Ragirtina Jinan a Bakirkoyê, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên girtiyên nexweş ên jin û hat gotin, "Rewşa tenduristiyê ya girtiyan roj bi roj nebaş dibe."
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de Komîsyona Jinan a Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê û TÎHV'ê li ber Girîgeha Ragirtina Jinan a Bakirkoyê çalakiyek lidar xistin û bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyên jin.
Di çalakiya ku dirûşmên "Girtiyên nexweş sebest berdin" û "Girtiyên jin bi tenê nînin" hatin qîrîn de, li ser navê parêzvanên mafên mirovan Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Dîlber Yuksel daxuyanî xwend.
Yuksel da xuyakirin ku girtîgeh yek ji cihên herî zêde mafên mirovan lê tên binpêkirin e û da zanîn ku li Girtîgeha Bakirkoyê ya Ragirtina Jinan, girtiyên jin rastî zexteke giran tên û nayên tedawîkirin.
Yuksel navê girtiyên jin ên nayên tedawîkirin yek bi yek xwend û diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş, ji ber pêkanînên heyî bêhtir nebaş bûye.
Yuksel bibîr xist ku ji parastina mafê jiyanê û hemû mafên bingehîn ên girtiyan, dewlet berpirsyar e.