Îşkenceya zayendî hat şermezarkirin
Li Erxeniyê di pêşengiya KJA'yê de îşkenceya zayendî ya li Miduriyeta Emniyetê ya Amedê hate protestokirin.
Li Erxeniyê di pêşengiya KJA'yê de îşkenceya zayendî ya li Miduriyeta Emniyetê ya Amedê hate protestokirin.
Li navçeya Erxenî ya Amedê di pêşengiya KJA'yê de, îşkenceya zayendî ya di bin çavan de li MidÛriyeta Emniyetê ya Amedê, li Şukran Yildiz û Gulîzar Akad hate kirin, hate protestokirin. Endamên KJA'yê û gelek welatî tevlî daxuyaniya li ber Komeleya Jin a SELÎS'ê bû. Sosyologa SELÎS'ê Tulay Bîngol daxuyanî da û diyar kir ku wê jin serê xwe li ber polîtîkayên gefxwarin, tecawiz û tundiyê netewînin û ew ê li ber xwe bidin.
Bîngol got ku ew ê li hemberî tundî û îşkenceya zayendî bêdeng nemînin û wiha axivî: "Em li hemberî îşkenceya zayendî ya polîsan û feraseta DAIŞ'ê car din kom bûn. Em ê bêdeng nemînin û bi hêsirên çavan bersiv nedin. Jin jiyan e û em ê dev ji vê bernedin."