Li Parîsê ji bo sê jinên şoreşger lêgerîna edaletê didome

Li paytexta Fransa Parîsê, çalakiya ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lêgerîna edaletê dewam kir.

Li Parîsê ji bo sê jinên şoreşger lêgerîna edaletê didome: 

Li paytexta Fransa Parîsê, çalakiya ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lêgerîna edaletê dewam kir.

3. salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger nêz dibe, Çalakiya Edalet û Ronahiyê ya di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd dewam dike.

Kurdistanî û jinên endamên SKB’ê ji ber sedema qedexeya çalakiya ya li Parîsê ev mehek e her hefte roja Çarşemê li pêşiya avahiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê gul datanî. Bi rakirina qedexeya li ser çalakiyan re Kurdistaniyan ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 14:00’an dest bi meşê kirin. Bi dirûşmên “ Em hemû Sara, Rojbîn û Ronahî ne”, “ Berxwedan- Kurdistan”, “Dewleta qatil wê hesab bide” qîr kirin, piştî meşê ji bo sê jinên şoreşger deqeyek rêz hate girtin.

Di axaftinên çalakiyê de hat destnîşan kirin ku wê ji bo ronîkirina qetlîaman çalakiyên xwe bidomînin. 

BANGA ÇALAKIYAN

Her wiha ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê ji bo tevlîbûna çalakiya saet 16.30’an a li pêşiya Parlamentoya Fransî bang hat kirin, hate gotin ku “ji bo em ji qatlîaman re bibêjin ‘raweste’, em li kolanan bin.”

 

...